Şîlan Doskî
Şîlan Doskî | |
|---|---|
| Pîşe | Nivîskar, helbestvan |
| Zimanê nivîsinê | Zimanê kurdî |
| Netewe | Kurd |
| Hevwelatî | |
| biguhêre | |
Şîlan Doskî (jdb. 10ê adara 1974an, li Dihokê, Başûrê Kurdistanê) nivîskareke kurd e ku di nav qada botanîk û di wêjeya kurdî de bi xebatên xwe hatiye naskirin.[1][2]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şîlan Doskî li bajarê Dihoka Başûrê Kurdistanê wekê keça malbateke kurd hatiye dinê ku bi xebatên xwe di nav qada botanîkê de hatiye naskirin. Di sala 2016an de dema ku ew li navbera Rojhilat û Bakur de bi wênegirtinê re eleqader bûye rastî êrîşên leşkerên sinor ên Tirkiyeyê hatiye. Ji ber xebatên wê li çiyayên Kurdistanê gelek caran jî ji hêla polîsên Iran û Tirkiyê ve hat kontrolkirin û hatiye destserkirin.
Lêkolîn û xebatên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şîlan Doskî li ser komkirina navên zanistî yên riwekên ku di dîroka giyanasiyê de bi navê “Kurd” an jî “Kurdistan”ê ve girêdayî ne, xebatên xwe meşandiye ku di nav xebatên wê de ev berhemên wekê Gulferheng (Ferhenga Wênedar) hene ku di pirtûkê de berhevoka zêdetir ji 1100 navên zanistî yên gul, kulîlk û riwekan cih girtiye.[1] Bi her navê zanistî re, wêne û şirovek jî tê dayîn. Di nav berhemên Şîlan Doskî de pirtûka dîwana helbestan ya bi navê Helara Evînê heye ku tê de kurtehelbestên li ser welat û jiyanê hatine nivîsandin. Yek ji berhemên wê yên din pirtûka bi navê Kurdîka (Kurdica) ye ku di vê berhemê de lîsteya navên zanistî yên dar, giya û gulên Kurdistanê hatiye berhevkirin. Di pirtûkê de, wêneyên geştan li çiyayên Kurdistanê û herêmên din jî hatine zêdekirin ku çavkaniyeke wênedar û belavok a çandî dide xwendevanan.
Berhemên Şîlan Doskî, bi taybetî Gulferheng û Kurdîka, di çarçoveya ziman, çand û nasnameya Kurdistanê de pêşketinek zanistî û çandî pêşkêş dikin. Ew bi şêwazek wênedar nasnameya botanîka Kurdistanê belav dikin û zimanê kurdî di qada giyanasî de derxistiye ser asta navneteweyî.
Berhemên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gulferheng
- Hêlara Evînê
- Kurdîka
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Nivîskar Şîlan Doskî pirtûkeke nû li ser gul û giyayên Kurdistanê belav kir".
- ^ "Hêlara Evînê - Şîlan Doskî". www.pirtukakurdi.com. Roja gihiştinê 18 hezîran 2025.