Şîraniya mastê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şîraniya mastê cure şîraniyeke Amedê ye. Wextekê jê re delîlxan jî digotine. Dibe ku navê xwe ji xana navdar Xana Delîlan girtibe. Lewra em dizanin di xanên li ser riya karwanan de ji ber ku enerjiyê dide, şîranî gelek dihatibûne xwarin. Xana Delîlan westgeheke heciyên misilmanan bûye ku diçûne hecê. Helbet ev angaştek e.

Bertevî (melzemeyê tevlîkirinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 hêk
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) ard (arvan)
  • 2 SA rûnê zeytê (bo sorkirinê)
  • 75 gr mast
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) darçîn
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) kakilê gûzê (pişirandî)
  • 1 KX karbonat

Bo doşaviyê:

Ravek (terîfe)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Av û şekirê ango şerbetê bidin ser agir. Piştî kelînê bi qasî 2 deqeyan bihêlin û ji ser agir daynin, bicemidînin.

Di badiyekê de hêk, mast, rûnê zeytê û darçînê biçelpînin. Ard û gûzê jî berdin navê û baş tevbidin. Dawiyê, karbonatê jî tevlî bikin û wê jî pê bidin xwarin.

Bidin ser kefgîra ser tepsiyê û bavêjin nav doşaviya cemidî. Di nav şerbetê de bi qasî 5 deqeyan bihêlin û servîs bikin.