Şanoya Bîra Welat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şanoya Bîra Welat li Awustralyayê xebatên xwe didomîne. Şanoya Bîra Welat, girêdayî Komeleya Kurdên Vîctorîa ye. (Victoria, eyaletek Awustralya ye.) Koma Şanoya Bîra Welat, di sala 1999’an de dest bi xebatên Şanoyê kir. Bi lîstika bi navê Kes Nikare Roja Me Tarî Bike di Mijdarê de dest bi şanoyê kir. 15’ê Çilê 1999’an de navê koma xwe kirin Şanoya Bîra Welat.

Lîstikên Şanoya Bîra Welat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 27’ê Mijdara 1999-Kes Nikare Roja Me Tarî Bike (Bê peyv, bi govend û muzîk)
  • 25-30’yê Kanûna 1999-Kalikê Sersal (Kurdî)
  • 13’ê Çileya 2000-Kosegelî (Kurdî)
  • 15’ê Çileya 2000-Mixtaro (Tirkî)
  • 16’ê Adara 2000-Em Bîr Nakin Helebçe-Qêrînên Bêdeng (Kurdî)
  • 25’ê Adara 2000-Newroz (Bê peyv, bi govend û muzîk)
  • 27’ê Tirmexa 2000-Avahî (Tirkî, li ser çêkirina avahiya Komala Kurdên Vîctorîa)
  • 25’ê Tebaxa 2000-Qomplo (Bê peyv, bi govend û muzîk)

Şanoya Bîra Welat lîstikên xwe bi gelemperî li Melbournê û li Sydneyê dileyizin. Azîna wan ya şanoyê azîna epîk e. Ew bi azîna Bertolt Brecht dixwazin lîstikên xwe amade bikin.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]