Şembelîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şembelîk, xencelîsk
Illustration Trigonella foenum-graecum0 clean.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Beş: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Fabales
Famîle: Famîleya baqilan (fabaceae)
Cins: Trigonella
Cure: T. foenum-graecum
Navê zanistî yê latînî
Trigonella foenum-graecum
L.[1]

Şembelîk yan xencelîsk (Trigonella foenum-graecum) (nebatek ji famîleya baqilan (fabaceae) tê hesibandin.

Taybetiyên wê[biguherîne]

Bejna wê carnan bi tîrane, carnan jî bi razayî 20-70 cm dirêj dibe. Giyayek kêm çetal jê diçin. Belgên wê keskêvekirî û sê perî ne. Belgên wê yên jêr binikdirêj, yên nîvekê binikkurt û yên herî jor bêbinik in. Rexên belgan rast an jî xetxetikên zirav in.

Kulîlkên wê spî ne, ew kulîlk paşê dibe qebsûl. Di nava wê qebsûlê de 5-20 lib bizir (tov, sîsik, dendik) hene. Rengê wan sîsikan zer, qahweyî yan jî esmer in. Ew sîsik dibin derman, an jî biharbêhn (biharat) û tev li xwarinan dibin.

Bi almanî ji Şembelîkê re dibêjin “Bockshornklee “. Bi tirkî navê wê “ Çemen otû “ ye. Tirk piranî jibo pastirmê û tamxeşkirina xwarinan bi kar tînin . Lê mixabin hêjta piraniya kurdên me nizanin bi kêrî çi tê.


War û dîrok[biguherîne]

Welatê wê Afrîka bakur e. Ji wêderê derbasî welatên din bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn. Lê 4000 sal berî naha li Egîptê (Misir), Mezopotamya, Îran, Anatoliya û Yewnanîstanê jibo parastina goşt, tamxweşkirina xwarinan, wek derman jî jibo îştahvekirinê, bedenhêzkirinê û jîrbûnê dihat bikaranîn.

Naverok[biguherîne]

Lestîn, esans, tanen, fosfor, hesinê organîk, musîlaj, kalsiyûm, sponîn, alkolîdên trîgonelîn, dîosgenîn, ftobterol ,fîtîn, proteîn, vîtamîn A, B.

Berhevkirin[biguherîne]

Di mehên gelawêj (teba) û rezberê (êlûn) de qepsûlên wê tên berhevkirin û hişkkirin. Paşê ew qebsûl tên şikandin, bizrê tê de tê derxistin û hişkkirin. Yan hêrayî yan jî bê hêran di nava firaqên cam de bi devgirtî tên hilanîn.


Bikêrhatin[biguherîne]

Şembelîk (xencelîsk) berî hertiştî xwedîker e.

1- Kuxînê dibire. 2- Madeyê vedike. 3- Belxemê davêje. 4- Li ba mêran bizir (tov) û li ba jinan şîrê dayikê zêde dike. 5- Şekir dadixe. 6- Pêşiya mezinbûna xalikê (fatereşkê) digire. 6- Sing nerm dike. 7- Bedenê bi hêz dike. 8- Ji mêlaka spî (pişik) û tîmoran re baş e. 9- Xwînê çêdike. 10- Oksîjen û soregilokên xwînê zêde dike.11- Pêşiya edavgirtinan, bêhalî û bêmeferiyê digire. 12- Jibo nexweşiyên Lîpîd, Kolestrol, Trîglîserîd bi kêrhatî ye. 13- Givirandinê hêsan dike. Û hwd.

Li gor lêkolînên ekîbên ku li ser nexweşên şekir ên di salên 1988- 1991an de hatine kirin, hatiye diyarkirin ku di 15 rojan de rojê 3 caran 15 gr bi xwarinê re dayîna şembelîkê,  % 25 şekirê xwînê daxistiye. Rojê 2 caran 50 gr û di 10 rojan de % 25 Kolestrol % 35 Trîglî serîdîn daxistiye.

Komîsyona Ewropa di belavoka xwe ya Monogofî ya 22 an de beyan kiriye ku bizrê Şembelîkê (xencelîskê) ji hundir de jibo iştah û ji aliyê derva jî jibo edavan tê xebitandin.

Di ceribandinên dayîna arvanê Şembelîkê yên ku li ser mişkan, segan, heywanên din û mirovan hatiye kirin, derketiye holê ku Şenbelîkê soregilok û oksîjena di nava xwînê de zêde kiriye. Pispor dibêjin cigare 300 caran ji tiştên din zêdetir bi soregilokan ve dizeliqe û dixetimîne. Nahêle oksîjen bikeve nava xwînê û wê li derva dihêle. Lewma hewceye kesên cigarekêş xwarina Şembelikê ji xwe nehevişînin û bixwin.

Hekîmê Îslamê yê mezin Razî dibêje ku kesên astengiyên destavê dikêşin, bila Şembelîkê bikelînin û ava wê vexwin.

Kêrhatî: 1- Çaya Şembelîkê. 2- Macûna Şembelîkê. 3- Masaja rû. 4- Banyoya dest û pêyan. 5- Şorbe. 6- Biharata Şembelîkê. 7-Masaja por. 8- Pansûman.

Çayê: 2 kevçiyên xwarinê bizrê Şembelîkê bikin nav firaxekê, 800-1000 ml

(4-5) qedehên ava kelandî berdin ser û 10 deqan bikelînin, 10 deqan jî bila di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin, 2 kevçiyên ava leymûnê yan jî sîrkê berdin nav û ji spêdê heta êvarî vexwin. Heke bizir hêrayî be, ne hewceyî kelandinê ye û jibo her qedehek avê 2 kevçiyên arvanê wê bes e. Lê divê bê leymûn û sîrke neyê vexwarin. Heke bê vexwarin wê di ser mexdê (aşikê) de xişk bibe.

Macûn: Jibo bêhalî, bêhêzî û bêxwînîyê: Jibo her 2 kevçiyên qahwê arvanê Şembelîkê kevçîyek qehwê hingiv û kevçîyek nîvişk (rûnê nehelandî) tevlihev bikin û rojê sê caran bi zikê birsî bixwin.

Masaja por: 2 kevçîk arvanê Şembelîkê, 2 kevçî rûnê zeytê yan jî yê gulberojan tevlihev bikin û li binê porê xwe xin, girêdin û pîştî 2 seetan porê xwe bişon.

Maska rû: Hinek arvanê Şembelîkê, hinek ava gulan û hinek hingiv tevlihev bikin û li rûyê xwe xin. Bila 2-3 seetan bimîne û paşê bişon.

Banyoya dest û pêyan: Jibo xwêhdanê: 50 gr bizirê Şembelîkê ji êvarî de bikin nav lîtrek ava sar, spêdê wê avê bikelînin û ji ser êgir rakin. Bila nîv seetê bimîne û paşê berê destên xwe û pêre jî pêyên xwe bikinê. Bi qasî 15-20 deqan têde bihêlin.

Şorba Şembelîkê: Hinek ava sar bikin nav beroşekê, arvanê Şembelikê bikin nav û bê rawestan heta bikele tev bidin. Paşê li gor dilê xwe baharatan bavêjinê û rojê 3 caran berî xwarinê, yan jî bi xwarinê re 3-4 kevçiyan jê vexwin.

Baharat: Hûn dikarin wek baharat arvanê Şembelîkê bêxin nav hemû xwarinan.

Pelûk/pelûla jibo birînan: Hinek avê bikin ser arvanê Şembelîkê û tev bidin, paşê danin ser brînan û girêdin. Piştî 6 seetan biguhêrin lê ji 3 rojan berjortir nexebitînin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. "Trigonella foenum-graecum information from NPGS/GRIN". www.ars-grin.gov. Retrieved 2008-03-13. 
  • Lotikxane.com, 9/2009