Şerê navxweyî yê Amerîkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şerê navxweyî yê Amerîkayê ji ev şer re tê gotin ku ji sala 1861ê heya sala 1865ê ajot û tê de dewletên başûr (ku ji DYAyê veqetiyabûn) û dewletên bakur (dewletên yekîtiyê) bi hev re şer dikirin.

Sedema şer ciyawaziyên aborî, civakî û siyasî yên di nava dewletên bakur û başûr bûn ku bi giranî bi pirsa xulamiyê derdiketin pêş û di sala 1830ê de her ku diçûn kûrtir dibûn. Bi hilbijartina Abraham Lincolns wek serokê DYAyê, ku dijminatiya xulamiyê dikir pirraniya dewletên başûr zivistana 1860/61ê ji yekîtiyê cuda bûn.

Şer roja 12ê adarê 1861ë bi êrişa konfedereyan a bi ser Fort Sumterê destpê kir û roja 9ê adarê 1865ê bi teslîma Artêşa North Virginia li Appomattox Court House bi dawî hat. Leşkerên dawî yên konfedere xwe di roja 23ê pûşperê 1865ê li herêma îndiyaniyan (bakur-amerîkiyên resenan) de teslîm kirin.

Piştî serkeftina bakuriyan dewletên başûrî di çarçoveya Reconstruction de ji nu ve ketin nava yekîtiyê. Wek encam, hêza navendî hat xurtkirin û xulamî li DYA bi tevahî ji holê rakirin. Wekî din hat diyarkirin ku DYA wê bibe dewleteke sanayî.

Çavkanî[biguherîne]