Wîkîpediya:Nivîsandin û sererastkirina gotaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev rûpel bi kurtî: Ev rûpel rêbernameyek Wîkîpediya kurdî ya fermî ye. Her çend pir caran ji bo Wîkîpediya kurdî taybet be jî di derbarê xebat û guhertinên hevpar de di nav niyetek baş de ye. Dema ku guhertinên polîtîkayên vî rûpelê pêk hat, divê pejirandina hevpar a bikarhênerên Wîkîpediya kurdî li ber çav be û bi pejirandinek hevpar were guhertin.

Li gorî polîtîkayên nivîsandina gotarên li Wîkîpediya kurdî, pêwîst e hemî bikarhêner ji bo pêşvebirina Wîkîpediya kurdî di nav hewlên xebatên baş de bin. Hemî bikarhênerên Wîkîpediya kurdî di nivîsandina gotarên xwe de zimanek zelal, şêwazek ensîklopedîk û bêalî pêk bînin.

Di vê rûpelê de polîtîkayên nivîsandina gotarên li Wîkîpediya kurdî hatine diyarkirin ku wekî "Nivîsandin û sererastkirina gotaran" hatiye binavkirin û li ser çawaniya nivîsandin û sererastkirina gotaran ku li Wîkîpediya kurdî ji aliyê bikarhêneran ve tê nivîsandin e.

Gotarên ensîklopedîk û bi zimanekî zelal û bi zimanekî bi kalîte ji bo hemî wîkîpediyan pir girîng e û Wîkîpediya kurdî jî giringiyek mezin dide gotarên bi zimanê zelal, şêwazên ensîklopedîk û xebatên baş.

Polîtîkayên nivîsandina gotaran[çavkaniyê biguhêre]

  • Wergêra rast, yek ji xeletiyên herî sereke yên demên dawiyê ye ku ji aliyê bikarhênerên ve li Wîkîpediya kurdî pêk hatiye, gotar bi wergerên xirab têne wergêrandin û nayên fem kirin. Ev xeletî bi taybetî ji aliyê bikarhênerên nû ve di gotarên ku ji aliyê Google Wergerê yan jî wergerên din ên serhêl têne wergerandin, pêk tên. Divê hemî bikarhêner gotarên xwe yê ku ji zimanek din (mînak ji zimanê îngilîzî) wergerê zimanê kurdî dikin, hevok bi hevok kontrol bike û bi zimanekî zelal û baş sererast bike.
  • Zimanê zelal, divê hemî bikarhênerên ku gotaran li ser Wîkîpediya kurdî ji zimanên din wergerê zimanê kurdî dikin, hevokên xwe yek bi yek bixwînin û sererast bikin. Di vî warê de hemî bikarhêner berpirsiyarê sererastkirina gotarên xwe ne.
  • Zimanê bêalî, yek ji hêmanên girîng ên Wîkîpediya kurdî zîmanek bêalî ye. Dema ku bikarhêner gotarên partî, kes, yan jî pêşengên îdeolojiyên siyasî dinivîsin divê bi awayekî bêalî behsa wî/wê kesî bike. Naverokên ku bi zimanên alîgir têne nivîsandin di demekê kurt de yan tê valakirin yan jî têne guhertin.
  • Bikaranîna çavkaniyan hemî bikarhêner berpirsê rastî û bêalî bûna gotarên xwe ne. Jiber vê yekê dema gotar hatin nivîsandin pêwîst e di derbarê naverokên xwe de çavkaniyên pêbawer û bêalî li gotarên xwe zêde bikin.
  • Kopîkirin, di dema nivîsandina gotaran de kopîkirina rasterast a ji portal, blog, yan jî ji pirtûkan jiber mafê telîfê li ser Wîkîpediya kurdî qedexeye û nayê pejirandin. Pêwîst e hemî bikarhêner gotarên xwe bi xwe binivîse.
  • Gotarên reklam, Wîkîpediya kurdî destûrê nade reklamên şîrket, sazî û danasîna kesên ne ensîklopedîk.Nivîsandina gotarên bûyeran, kes, sazî û şîrketan divê ev sazî, kes û şîrket di girîngî ya nivîsandina li ser Wîkîpediyayê de bin. Minak ku gotarên kesên naskirî (hunermend, nivîskar, stranbêj) hate nivîsandin divê ji aliyê girseyek girîng ve bê naskirin, jînenîgarî û xebatên wan ji aliyê saziyên medyayiyên bêalî ku eleqeya wan bi van kesanre tineye bêne nivîsandin.
  • Zêdekirina kategoriyan, zêdekirina kategoriyan ji bo gotarekî girîng e. Gotarekî bi rêk û pêk divê li gorî mijara naveroka gotarê were kategorîzekirin.
  • Standardiya gotaran, ji bo gotarekî bi rêkûpêk gotar çiqas li gorî standardên wîkîpediyayê bê nivîsandin ewqas çêtir e. Gotarên ku gelek bê rêkûpêk e û xeletiyên mezin tê de hene îhtîmal heye ku ji aliyê bikarhênerên ve şablona daxwaza jêbirinê li gotarê bê zêdekirin û îhtîmal heye ku gotar di demekê kurt de were jêbirin. Ji bo gotarek bi rêkûpêk û ku li gorî standardên wîkîpediyayê ye hûn dikarin li gotara hefteyê ya Wîkîpediya kurdî binêrin yan jî li gotarek din ên birêkûpêk binêrin.

Hinek polîtîkayên din[çavkaniyê biguhêre]