Here naverokê

Şerê qamçiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şerê qamçiyan werzişeke kevnare ya kurdan e û li herêma Têrkanê ya Diyarbekirê (li Gêl, Hênî û Pîranê) her sal wek festîvala “şerê qamçiyan” tê lidarxistin.

Xelkê Têrkanê dawiya meha gulanê derdikeve seyrangehan, tirbên şêx û kesayetên xuya yên olî ziyaret dike, qurbanan ser jê dike û diçe ser goristanan. Dû re kesên navsere û ciwan bi qamçiyan şer dikin.

Dîroka şerê qamçiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev çanda şerê bi qamçiyan ji kengî ve û bi çi sedemê li devera Têrkanê bûye edet nayê zanîn. Li gorî gotinan, zêdetirî 500 salî ye ku ev kevneşopî li herêmê heye. Herwiha tê gotin di serdemên kevn de mîrek û axayan wekî rahênanekê û ji bo hêza xwe zanibin her sal ev çalakî di nav ciwanan de li dar xistiye.

Ev çand bi sedan sal bere hebû îro jî li Têrkanê berdewam dike. Ew çand her sal di 15ê gulanê de wekî festîvalekê dest pê dike û heta 25ê gulanê dewam dike. Ji bo van çalakiyan ji gelek bajaran şêniyên deverê vedigerin gundê xwe.

Ciwanên ku xwe ji berjor tazî kirine bi hemû hêza xwe û heta destên wan radibin bi qamçiyan li hev dixin. Şîrqîna qamçiyên wan digihê guhên bi sedan kesî û heta ji pişta hev xwînê tînin jî şerê wan dewam dike.

Bi dehan kesên din jî li benda dora xwe ya şerê qamçiyan dibin û bi sedan kes li arenayeke xwezayî temaşeyî şervanên qamçiyan dikin.

100-200 kes xwe didin aliyekî û 100-200 kesên din jî xwe didin aliyekî din. Îcar kîjan bi qewet be û bihêz be hev davêjin erdê û li hev dixin.”[1]

Girîngiya çandê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji Stembolê ew xelkên ku li xerîbiyê ne ji bo şerê qamçiyan destûrê digirin tên bi lîstika qamçiyan dilîzîn û vedigerin ser karên xwe.

Hinek ciwan dema li leşkeriyê ne roja ziyaretê ji bo vê lîstikê bi kar tînin. Hê jî meraqek pir û pir zêde heye ji ber ku ev çanda bav û kalê wan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/240520248. Roja gihiştinê 24 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)