Hênê

(Ji Hênî hat beralîkirin)
Hênê
Hani
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Hênê

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 19 gund
Hejmara mezran 37 mezre

Gelhe (2008) 32.320[1] kes
Rûerd 480 km2
Berbelavî 67,3 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 8.778 kes
Koordînat 38°24′47″Bk 40°23′33″Rh / 38.41306°Bk 40.39250°Rh / 38.41306; 40.39250
Bilindayî 915 m
Koda postayê 21800
Koda telefonê (+90) 412
Hênê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Hênê
Hênê
Hênê (Bakurê Kurdistanê)
Nexşeya navçeyan
Map

Hênê (bi tirkî: Hani) şaroçka (bajarok-qeza) Amedê ye, dikeve bakurê Amedê. Ji ser riya Licê ve 97 km û ji ser riya Têrkanê ve jî 60 km ji Amedê dûr e. Ji rojhilat ve ji aliyê Licê, rojava ve Pîran, bakur ve Çewlîg û Elezîzê ve tê dorpêç kirin. Şaroçke di nav zincîreçiyayên Torosan de ye. Navenda bajarê Hênê di navbera sê çiyayên paralel de ye. Li navrasteke zirav û dirêj e ku ji Pasûrê û Licê heta Hêne dom dike.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêma Hêne çiyayên herî bilind Men (1.507 m), Çîmen (1.553 m) û Dubûrî (1.243 m) ne.

Çem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ava ji herêma Licê tê ser çemê Engulê û ew li biniya Serdê bi çemê Serdê re dibe yek û tê ser çemê Gabanê. Ava Enkebîrê û çemê Kokîjî di avtenga Gabanê de digehin hev û hemû diçin ser çemê Embarê.

Gund û nehiyeyên Hênê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Gundên Hênê, 1928

Ji derî navendê 2 nehiye (Cewzê û Nêriba Axan), 19 gund û 37 gomên (mezrayên) wê hene.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêne wek navend û herêm gelek kevn e û dîroka gelek gundên navçê digihe serdema neolotîk. Li herêmê şopên Hûrî û Mîtaniyan gelek dîyar û zelal in. Hûrî û Mîtanî berî mîladê 3000-1500 li herêmê karbidest bûne. Gundê Hûrê navê xwe ji serdema Hûriyan digre. Şikeftên dema Hûriyan niha jî li vê herêmê pir in û berbiçav in. Asurî, Îskitî, Medî, Persî, Mekedonî, Romayî û Bizansî li herêmê hukumranî kirine û li ser gelek xerabe û zinaran hîn jî şopên nivîs û wêneyên wan hene. Herêm demeke dûr û dirêj ketiye destê Nêrbîyan. Ji Nêrbiyan re ”Nayrî” jî gotine. Bi navê Nêrbê hîn jî navên çend gund, çiya û herêm hene. Padîşahê Asûrî Tîglaper herêmên Licê û Hêne dagîr kiriye û dewleta Nêrbiyan hilweşandiye. Tîglatpîleser-l berî Mîladê di navbera salên 1114 - 1104an û Salmanasar-lll jî berî Mîladê di navbera salên 850-830 î de hukimdar bûne. Du nivîsarên ku ji aliyê Tîglatpîleser ve li ser kevirê şikefta Biriqleynê hatine nivîsîn hîn îro jî hene. Li ser zinarên şikeftên Biriqleynê nivîsên padîşahê Asûriyan Tîglaper hîn îro jî hene. Navên heft gundên wê herêmê hîn îro jî bi ”Nêrbê” dest pê dike. Navê çiya û naverastê jî Nêrbê ye.

Hêne, di zaravaye dimilkî de tê wateya kaniyê. Bi qasî ku hatiye tespît kirin ji salên 1800an ve nehiyeya Licê bûye. Hêne di sala 1878an de statûya şaredariyê (belediye) standiye. Di salnameya Diyarbakirê ya 1873an de dinivîse ku li Licê û Hênê du dibistanên ruştiye hatine vekirin. Dokûmenta nivîskî ya herî pêşîn ev e ku Di sala 1875an de midûrê nehiya Hênê Cafer Axa bûye û li Hênê dibistana ruştiye vebûye û midûrê wê Mustafa Efendî bûye.

Di 1958an de Hênê bûye qeza. Ji Hêne re bi tirkî Hani dibêjin.

Li navenda Hêne şeş tax hene. Niha du Hêne hene: Hêneya Nû û Hêneya Kevn. Hêneya Nû piştî erdheja 1975an li navbera Hêneya Kevn û Enqerîsê ji bereqan hatiye avakirin. Niha xelkê mal û avahiyan lê zêde kirine. Navbera Hêne û Enqerîsê hemû bexçe û şînahi ne.

Li gor hejmartina giştî ya sala 2000an şêniya (nifûsa) navendê 10.800 û ya gundan 27.018 ye û hemû navend û gund 27.818 ye. Xelkê navenda Hêne bi zaravayê dimilkî (zazakî) dipeyivin.

Du kaniyên dîrokî û pîroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Enkebîr

Enkebîr li navenda bajarê kevn di navbera Mizgefta Mezin Medresa Xatûniyê de ye. Ev av ji kontara çiyayê Hênê tê. Di heft ciyan de ava wê der tê û dibe hemzeke mezin. Ev hemz berî mîladê di 2.000î de di serdema Hûriyan de hatiye çêkirin. Bi vê avê bexçeyên Hênê tên avdan.

  • Enqerîs

Enqerîs ava bi şîfa ye. Du km ji navêndê dûr e. Ava wê ji nexweşiya zerikê re derman e. Di salê de 10.000-15.000 kes diçin ser ava Enqerîsê. Ava wê li xwe dikin û reşîka wê di laşê xwe didin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek tê zanîn li herême aborî û îndustrî zêde bi pêş neketiye. Xelk bi qiştûqal û ajel (ziret û heywan) xwedîkirinê ve mijûl in. Li Herêma Hêne tiştên ku difroşin der, genim, pembû, titûn û mêweyên hişk in. Piştî salên 1990î li herêmên Licê, Hezro û Hênê kanên kevirên mermer derxistin. Mermerên ku li herêma Hênê derdixin dibin fabrîka Licê. Mermerên herî ni kalîte ne û di piyaseya cihane de tên firotin. Niha gelek mirov di van kanên mermeran de dixebitin.

Li navenda Hênê ev dem û dezgehên dewletê hene:

  • Şaredarî
  • Cendirme
  • Şûbeya leşkeriyê
  • Polîs
  • Edliye
  • Nexweşxane
  • Muduriyeta perwerdê
  • Maliye
  • Muduriyeta ziretê
  • Daîra nifûsê
  • Daîra tapû û sicîlê
  • Muftîxane
  • Navenda perwerdeya xelkê
  • Banka Ziretê
  • Muduryeta daristanê
  • Postexane
  • Dezgeha meteorolojiyê.
  • Weqfa Alîkarî û Piştgiriyê.

Navdar û naskiriyên Hêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji Hêne kesayetiyên welatparêz ên ku beşdarî şerê Şêx Seîd bû ne û di roja 29ê hezîrana 1925'an de, bi Şêx Seîd re li Amedê hatine bi dar ve kirin ev in:

  • Şêx Adem
  • Mistafa Beg
  • Mehmûd Beg (lawê Mistefa Begê bû)
  • Hesen Beg
  • Salih Beg. (Kurd jê rê Hecî Salih Begê Hêneyî dibêjin).

Hecî Salih Begê Hêneyî bi tenê ne mirovekî leşker û mêrxas bû, her weha mirovekî zana û rewşenbîr bû jî. Wî di nav Kurd Teavûn Cemiyetiyê de cîh girtiye û berpirsê zimanê Kurdî bûye. Xebatên wî li ser ziman Hebûne. Helbestên wî bi çend zarava û zimanî hene. Li ser bîryara dadgeha Îstîklalê Salîh Begê di roja 29ê hezîrana sala 1925'an de, bi Şêx Seîd rê li Amedê li berbanga sibê li Derê Çiyê bi dar ve kirine.

Hesen Hîşyar jî cizayê bi darde kirinê girtiye, lê ji bo ku 17 salî bû ye, cizayê bi dar ve kirinê vegerandine bêdawîyê. Hesen Hîşyarê Serdî di sala 1907 an de, li gundê Serdê hatiye dinê. Jê rê Mele Hesenê Kurdî jî dibêjin. piştre ew li nêzîkê Hênê bi birîndarî dikeve destê leşkerên dewletê û digirin û dibin Amedê. Ji wir jî wî dişînin girtîgeha bajarê Elezîzê. Dadgeha Îsatîklalê ya Elezîzê cizayê berdariyê dide Hesen Hişyar lê ji ber biçûk bûna temenê xwe, 15 sal ciza lê tê birîn û nefî bûnê bajarê Nigdeyê dikin. Hikûmet di sala 1928 an de efûyeke giştî derdixe û Hesen Hişyar vedigere Kurdistanê. Li herêmê gerîlatî dike. Dewlet û çetên herêmê mecal nadin û ew bi koma xwe ve di sala 1933an de derbasî Binxetê dibe. Mele Hesen li Sûriyê dikeve nav rêxistina Xoybûnê. Ji aliyê din ve, ew xwe ji aliyê ziman û çanda kurdî ve jî baş digihîne. Çend nivîsên wî di kovarên wek Hawar, Ronahî û Roja Nû de derketine.Gelek berhemên wî hene, lê heta niha bi tenê pirtûkek wî bi navê Dîtin û Bîrhatinên Min çap bû ye.

Çend parlamenterên Hênê:

  • Ferîd Bora (neviyê Salih Begê ye) - Parlamenter 1987-1992-1997-2002
  • Yakup Hatîpoglu - parlamenter 1987-2002
  • Özgur Barûtçû - parlamenter 1989-1994

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]