Şiyana karebayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şiyana karevayî hat beralîkirin)

Şiyana karebayî yan jî şiyana elektrîkê wekî qedareya wî karî dihêt pênasekirin ko sirêmeka karebayî dikit.

Şîrove[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema sirêma karebayî di zivirgehekê (bi înglîzî circuit) da dimeşit, rûbirûyê berxwedanekê dibit. Kar ji vê berxwedanê çêdibit. Amîr anko wizeguhêr vî karî bi gelek awayên mifadarên mîna germayê (germkera karebayî), ronahî (çira) an livîn (motora karebayî) an dengî (birîbêj) diguhêrin.

Şiyana karebayê bi wattan dihêt pîvan. Bi awayekê nefermî, peyva hêz jibo qedareya hêzê ko di yekîna demê da dihêt bikaranîn jî dihêt gotin. Awayê fermiyê wê Watt-çaxik an Watt-saet e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]