Şiyar û Dijwar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şiyar Elban û Dijwar Elban Koma muzîka ku ji alîyê 2 birayên hev hatiye avakirin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şiyar di sala 1987 û Dijwar di sala 1992 li navenda Mêrdînê li gundê Mensûrîyê ji dayik bûne. Şiyar û Dijwar hîna di zarokatîya xwede heskirina muzîkê dikeve dilê wan û muzîka Kurdî bala wan dikşîne. Û piştî herdû bira li Mêrdînê dibistana sereke û navîn diqedînin bi malbata xwere di sala 2007'an de koçberî xerîbîyê metropola stenbolê dikin.

Şiyar û Dijwar li wir karê xweyî rewşî û aborî dikin û di berre li zaningeha vekirî beşa konservatuvarê dixwînin û berdewam dikin. Her wiha di sala 2016'dan de Berhema xweyî yekemîn ku gotin û awazên wan ji aliyê wan hatine nivisandin bi navê "Çarê Nîsanê" bi gelê xwere parve dikin. Û ji aliyê hemû kurdan têne guhdar kirin û têne heskirin. Piştî berhema xwe derdixin, bi çend sitranên ku bi performansa zindî hatin tomar kirin,

bi temamî hêlîna xwe di dilê gelê xwede çê dikin.

Sitranên wanî ku ji aliyê gel ve gelekî hatin heskirin û guhdar kirin evin.

"Dîlberê Dîlber, Ji bîra min dernayê, Evîn, Newroz, Hez dikim, Dilê rezîl, Kî Ez, Delalê, û Teyrikê Xurbetê" û herî dawî sitrana bi navê  "Doza Min Tu Yî" Hate heskirin. Û herdû bira hewl didin ku mizgînîya berhemek nû bi sitranên xweyî nûjen bidin guhdarvan û gelê xwe. Bi temamî nêzî 100 sitran nivisandine. Û li gelek konsert û şahîyên ewrûpa û tirkîyê cîh digrin û xebatên xweyî hunerî  berdewam dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]