Here naverokê

Aşık Veysel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Aşık Veysel Şatıroğlu hat beralîkirin)
Aşık Veysel
Navê rastî
Veysel Şatıroğlu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn25 çiriya pêşîn 1894 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin21 adar 1973 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şarqije Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêKansera kezebê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêSivrialan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî, Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Aşık Veysel Şatıroğlu, an pirranî Aşık Veysel bi navê fermî Veysel Şatıroğlu (jdb. 25ê çiriya pêşîn 1894 li gundê Sivrialan a Şarqijeya parêzgeha Sêwasê − m. 21ê adarê 1973 li heman cihê) yek ji hozan, helbestvan, hostayê sazê yên navdar ên romî (tirk) ye. Bi taybetî li ser elewiyan bandora xwe hîştiye.

Bavê cotyarekî bû û navê wî Ahmet Şatıroğlu bû. Di heft saliya xwe de çavê xwe yê rastê winda dike ku ji ber têgerekê bû. Di heman têgerê de (saw, buwar) etên wî dimirin. Çavê xwe yê din jî di felcekê de dide der. Deh saliya xwe de dest bi sazjeniyê dike.

Bi lêzîmeke wî re marî dikin (dizewicînin), navê wê jî Esma bûye. Law û keçek ji wan re dibin. Law najî, dimire. Demekê kurt şûnda de bavê wî jî dimirin. Birayê wê ji şer tê demekê alîkarî dike. Hevjîna wî Veysel diterikîne, birayê wî jî diçe xebatê. Veysel bi keçika xwe ya 6 mehî re, bi tenê dimîne lê pitik jî dimire.

Sala 1965ê ji ber xizmeta wî ya bo ziman, huner û çanda tirkî mehaniyê girê didin. Demekê di Malên Gel (Halkevleri) de dersdariyê dike.

Niha xaniyê wî kirine muze.

Veysel di 21ê adara 1973an de mir.

  • Derdê xwe nikarim ji mirovên bêderd re bêjim.

Berhemên navdar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Uzun ince bir yoldayım - Di riyeke dîrêj û zirav de
  • Beni hor görme gardaşım - Min kêm nebîne biracan
  • Güzelliğin on para etmez - Rindiya te nake deh pere
  • Sazım - Saza min
  • Dostlar beni hatirlasin - Dost min bibîr bînin
  • Ben gidersem sazim sen kal dünyada - Heger çûm saza min tu bimîne li rûyê erdê
  • Mecnunum Leylamı gördüm - Mecnûn im Leyla ya xwe dît
  • Karşıkı karlı dağda bülbül - Li çiyayê berfî yê hember bilbil
  • Kızılırmak seni seni - Erê Kizilirmak erê (Te Kizilirmak te)
  • Ömrüm ömrüm - Temeno temenê min
  • Yüce dağ başında - Li lûtkeyê çiyayê berz
  • Yine dertli dertli - Dîsa derd bi derdî
  • Dilber - Dîlber
  • Çiçekler -Kulîlkan
  • Hacı Bektaş - Hecî Bektaş
  • Sivas ellerinde sazım çalınır - Li diyarê Sêwasê saza min dijene
  • Kara toprak - Xweliya reş (axa reş)
  • Derdimi dökersem derin dereye - Heger derdê xwe berdim çemê kûr
  • Murat Bulgan: Asik Veysel (1894 - 1973): Leben und Wirken eines türkischen Volkssängers. Köln, Univ., Diss., 2004 (almanî)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]