Împeratoriya Osmanî
Împeratoriya Osmanî
| ||||||
| ||||||
| ||||||
![]() Împeratoriya Osmanî (1600)
|
Împeratoriya Osmanî an jî bi fermî: Dûgela Berz a Osmanî, dewleteke dîrokî ye.
Osmanî bavikekî tirk ji Oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cîh bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzans xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xweyî bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kirin. Di nîşana 1453an de Stembol (Konstantînopolîs) bi dest xistin û kirin paytexta xwe.
Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhertinan hate dayîn û reform jî hate kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de Osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cîh digirin. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê li dijî ermenî û mesîhiyên din tê pêk anîn. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk diçin û qedera wan dikeve destê hezên serketî yên mîna Fransa û Îngilîstanê. Piştî şerê azadîxwaz yên tirkan komara Tirkiyeyê yê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.
Derbeya Jon Tirkan(1908)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bi vê derbeyê desthilata Osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqîyê
Desthilata Firqeya Azadî û Hevpeymanê (hezîran 1912-kanûna paşîn 1913)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Desthilata Îtihad û Teraqî (kanûna paşîn 1913)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Endamên Îtihad û Teraqiyê Enwer, Talat û Cemal desthilatê dixin bin destê xwe
Şerê cîhanî yê yekem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Agirbesta Mondrosê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Peymana Sevrê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gotara bingehîn: Peymana Sevrê