21ê adarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
<< Adar 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31
Rojên salê

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1590 – Li Stembolê di navbêra Sefewî û Osmanan de peymanek hate mohrkirin. Li gorî vê peymanê, Loristan û Şarezor dikeve bin destê Osmaniyan.
  • 1938 – Destpêkirina serhildan û jenosîda Dêrsimê.
  • 1946 – Kovara kurdî ya Ciwanên Kurd li bajarê Başûrê Kurdistanê Bûkanê ya bi navê «Hellale« yekemîn hejmara xwe weşand. Kovarê tenê 3 hejmar belav kir.
  • 1979 – Rêxistina bi navê Bizotnewey Sosyalîstî Kurdistan BSK ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK cihê bû.
  • 1982 – Ji kadroyên sereke yê PKK'ê û di heman demê de endamê komîta navendî ya PKKê Mazlum Dogan di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên kuftikê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir.
  • 1983 – Kovara „Stêr" li Sûriyê dest bi weşanê kir.
  • 1985 – Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan ERNK hate damezirandin.
  • 1986 – Dewleta Sûriyê êrîşî ser xwepêşandanên Newrozê yên li Şam û Qamişloyê kir.
  • 1990Zekiye Alkan, li Amedê xwe di roja Newrozê de şewitand.
  • 1992 – Endamê HEP'a Şirnexê Mahmut Ertak hate binçavkirin û hîn jî windaye.
  • 1992 – Endamê HEP'a Şirnexê Halil Baysal di pîrozbahiya Newrozê de bi gûleyên tîmên taybet hate qetilkirin.
  • 1992Rahşan Demirel bi navê xwe yê kodî Sosin li Qedîfeqeleya Izmîrê xwe di roja Newrozê de şewitand.
  • 1992 – Di serhildanên Nisêbîn û Cizîrê de 93 kes şehîd ketin.
  • 1994 – 6 Mebûsên DEP'ê hatin girtin.
  • 1994Bêrîvan û Ronahî xwe di roja Newrozê de li bajarê Mannheim a Almanyayê şewitandin.
  • 1995 – Rêxistina Yekîtiya Netewî ya Demokrata Kurdistan YNDK hate damezirandin ku Doktor Sîrwan sekreterê rêxistinê bû. Her wiha ev rêxistin ji bo Başûrê Kurdistanê yekîtiyeke xurt ava kir û piştî 3 salan bi dawî bû. Di dirêjahiya xebatên xwe de, ev rêxistin gelek caran bû hedefa êrîşên tarî û xêrnexwaz.
  • 1995 – Dewleta Tirkiyeyê, ku heta wê rojê cejna Newrozê qedexe dikir û kesên rengê kesk û sor û zer hildigirtin êrîşî wan dikir, îlan kir ku cejna Newrozê ya tirkan e û ev bi deh salane tê pîrozkirin.
  • 2001 – Cejna Newrozê di serî de li Amedê û li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi beşdariya zêdetirî 500 hezar kesî hate pîrozkirin.

Cîhan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jidayikbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cejn û salveger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cejna neteweyî ya kurdan û destpêbûna biharê Newrozê
  • Roja Dayikên Cîhanê
  • Roja Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê

Ya navneteweyî

  • 21-28 adar Hefteya Qehremantiyê