AFN (IPA) ji bo Kurdî
Xuyakirin
Alfabeya fonetîk a navnetewî ji bo zimanê kurdî (IPA).
AFN | Mînak | AFN | Mînak |
---|---|---|---|
[ɑ] | agir, artêş, azadî, ar | ||
[b] | ba, berx, bisk, bî | ||
[ʤ] | car, ciwan, cî | ||
[ʧ] | çêlek, çivîk, çûr | [tʃʰ] | çay, çeper, çi |
[d] | derî, dil, don, dûr | ||
[æ] | em, eger, evîn | [ʕ]* | enîşk, ezman, egîd |
[e] | êş, êrîş, êl | ||
[f] | fem, firîn, fîl, feyde | ||
[g] | gaz, ger, gêzî, gur | ||
[h] | har, hêk, hirî, hûr | [ħ]* | hal, hemam, heyf |
[ı] | rik, birin, kirin | ||
[i] | înî, îro, îşev | ||
[ʒ] | jûjî, jin, jiyan | ||
[k] | kil, kin, kevçî, kor | [kʰ] | ken, kûsî, kî, kanê |
[l] | lîstik, lawik, ling | ||
[m] | mast, masî, mîr | ||
[n] | nan, nîvro, nû, niha | ||
[o] | ode, ol, oldar | ||
[p] | poz, pirç, pêr, piştî | [pʰ] | pişîk, parsek, pak |
[q] | qijik, qemer, qirik | ||
[r] | roj, rê, rastî, rewş | [ɾ] | hirmî, tirî, dar, êvar |
[s] | sêv, serî, sifir, sî | ||
[ʃ] | şêr, şîv, şe, şahî | ||
[t] | ta, tima, tirs, tendûr | [tʰ] | tî, têr, tor, toz |
[y] | tu, didu, ku, ruh | ||
[u] | ûtî, ûris, ûnîversîte | ||
[v] | vir, virrek, vazo, vala | ||
[w] | werdek, welat, wir | ||
[x] | xort, xanî, xêlî, xal | [ʁ]* | axa, bax, qax, çax |
[j] | yek, yasemîn, yar | ||
[z] | zava, zêr, zeytûn | ||
[w̥] | xwerin, Xwedê, xwê | ||
[ŋg] | deng, reng, tengasî |
Sembolên din ku di transkrîpsiyona kurdî de tên bikaranîn | ||
---|---|---|
AFN | Şîrove | |
ˈ | Derba ku li pêşiya kiteya derbdar tê danîn, mînak: azadî [ɑzɑˈdi] |
* Dengên [ʕ], [ħ], [ʁ] ji zimanê erebî ketine zimanê kurdî. Ev deng ji hêla zimanzanên kurd ve wek fonemên serbixwe nayên nirxandin. Bi guhertina fonemên erebî [ʕ], [ħ], [ʁ] bi dengên kurdî yên orijînal [æ], [h], [x] ve wateya gotinan nayê guhertin (jêder: hûr [huɾ] – tiştekî parçekirî yan pirr biçûk û hûr [ħuɾ] – zik). Bi pêşketina wêjeya kurdî fonemên kurdî yên dîrokî [æ], [h], [x], ku di şûna wan de fonemên erebî [ʕ], [ħ], [ʁ] dihatin bikaranîn, careke din tên vejiyandin.
Ev gotara têkildarî zimên şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |