Abdülkadir Konuk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Abdülkadir Konuk (jdb. 1947, li Erzîngan - m. 18 tîrmeh 2023, li Köln, Almanya) rojnamevan û nivîskarê tirk bû.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konuk di 1966an de ji Dibistana Kuran a Gumuşxaneyê mezûn bû û mamostetiya gundan dike. Di 1973an de di Enstîtuya Perwerdehiyê ya Atatirk li Stembolê de dest bi xwendinê kir, lê piştî sê salan, di 1976an de, diviya dest ji xwendinê berde.

Ew di rojnameyên Yeni Ülke, Özgur Gündem, Özgür Politika de wek rojnamevan xebitî. Ew çû Geliyê Beqayê li Libnanê, da ku li ser PKKyê reportaj binivîse.

Di 1982an de hat girtin û ji ber ku wî beşdarî bûyerên Tarişê (1980, li Îzmîrê) kiribû, di 1983an de cezayê îdamê lê hat pesandin[çavkanî hewce ye]. Konuk li zindanên Şirinyer, Buca, Selimiye, Sultanahmet, Burdur, Ermenek, Qonye, Çanakkale û Sagmalcilar girtî bû. Di 1989an de, gava ew di girtîgehê de bû, ji ber nexweşiya dil ew birin nexweşxaneyê û bi alîkariya çend kesên çekdar ew ji nexweşxaneya girtîgehê reviya.

Piştre ew çû sirgûnê li Almanyayê. Dewleta Tirk, Abdülkadir Konuk, tevî ku sirgûn jî bû, ji ber rojnamevanî û nivîsên wî gelek caran dadgeh kir û ceza lê birrîn.

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Abdülkadir Konuk di 18ê tîrmeha 2023an de li bajarê Kölnê li Almanyayê wefat kir[1].

Çend berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konuk li Tirkiye û Almanyayê 36 pirtûk çapkirine, çend ji wan ev in:

  • Dağın Öteki Yüzü
  • Hıdır ve İlyas
  • Su Uyur İnsan Kaçar
  • Bir Firarın İnanılmaz Öyküsü
  • Kötünün Kötüsü Adam- Anımsayabildiğim Kadarı ile Yaşam Öyküm
  • Dağdan Kopan Özgürlük
  • Hıdır ve İlyas Ateşinde Gözlerim
  • Tanrı'nın Son Sözleri
  • KURUKAFA Bir Kötünün Basit Felsefe Notları
  • Kayıp Ruhlar
  • Çözülme
  • Patrin Dört Dilden Şiir
  • Dağın Öte Yüzü

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]