Here naverokê

Aboriya Japonê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Shinjuku, Tokyo, Japon

Aboriya Japonê, aboriya bazara serbest a gelek pêşketî ye.[1] Li gori GDP Nominal (Dahatûya Naxweyî ya Nesade ya Nomînal) sêyemîn aboriya heri mezin e û li gorî PPP (Parîteya Hêza Kirînê) çaremîn e li dinyayê [2][3] û her wiha duyemîn aboriya pêşketî ya herî mezin a dinyayê ye. [4] Dewleta Japonê endamê G7 û G20ê ye. Li gorî Fona Pereyî ya Navneteweyî (IMF) Dahatûya Naxweyiya Nesade ya serane ya vê dewletê di 2016an de 38,937 bû.[5]

Japon, li dinyayê sêyemîn dewleta herî mezin a hilberînerê otomobîlan e,[6] xwediyê endustriya tiştên elektronîk a herî mezin e û li gorî patentên gerdûnî, yek ji dewletên sereke yên herî nûger e. Ji ber reqabeta Çîn û Koreya Başûr a roj bi roj zêde dibe,[7] Japon bala xwe ya ser sektora hilberandina teknolojîk zivirandine aliyê teknolojiya bilind û tiştên bihêja yên wek alavên optîkal, wesayîtên hîbrîd û amûrên robotîk.

Japon, bi pirranî li ticareta salane nirxê zêdek dide û li veberanîna navneteweyî xwediyê nirxê zêdek e. Ji 2010an ve Japon xwediyê 13.7% (15.2 trîlyon dolar) ê dewlemendiya finansî (li dinyayê sêyemîn) ya taybetî ya dinyayê ye[8]. Ji 2017an ve, 51 şîrketên Fortune Global 500ê girêdayî Japonê ne. Sêyemîn aboriya herî mezin a dinyayê ye.

Pêşketinên aborî yên piştî 1960an, di deh salan de, mezinbûna bi lez a wek mûcizeya ekonomik a piştî-şer a Japonî hatiye binavkirin dest pê kiriye. Bi rêberiya Wezareta Aborî, Bazirganî û Endustrîyê, bi rêjeyên 10% di salên 1960an, 5% di salên 1970yan û 4% di salên 1980yan de, dewleta Japon kariye ku heta 2010an bi awayek berdewam bibe duyemîn aboriya herî mezin a dinyayê, ku 2010an de Komara Gel a Çînê ew bihurandiye. Piştî 1990an, dahatûya serane ya Japonê gelek dewletên rojavayi re wekhev bûye an jî bihurandiye.

Dîroka aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka aborî ya Japonê gelek serdemên mezin bihurandiye. Sê serdemên mezin ên aboriya Japonê hene: a yekem, damezirandin û belavkirina Edoyê (di sala 1603an de) bo hemû pêşketinên aborî yên welatê bû; a duyem, Restorasyona Meijiyê ya ku bû yekemîn hêza ne-ewropayî ye; a sêyem, piştî têkçûna Şerê Cîhanî yê Duyem, ji nû ve avabûna welêt û bûna duyemîn aboriya herî mezin a dinyayê.

Sektorên aboriya Japonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zeviyên birincê yên Tawaramotoyê

Sektora çandinê ya Japonê nêzikê 1,1% a GDP ya welêt e.[9] Tenê 12% ya erdên Japonê ji bo çandinê misaîd e.[10] Hema hema hemû çandina Japonê birinc e. Japon duyemîn ithalatvana hilberînên çandiyan a herî mezin e. Birinc, bi baca 777,7%an, genima herî girîng e.

Masîvanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sektora masîvaniyê ya Japonê piştî felaketa nûkleer a Fukushimayê ya 2011an derbeke mezin xwariye. 1996an de, bi girtina tonek masiyan, Japon bûye çarem li dinyayê.[11]

Endustrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sektora endustrî û hilberandina Japonê gelek cûr bi cûr a teknolojiya pêşketî ye ku gelek serkeftî ne. Rêjeya endûstrî 30,1% a GDPyê digire.[9] Encama hilberinda vî welatê li dinyayê sêyemîn herî mezin e.[12]

Hilberandina otomobîlan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Japon, li dinyayê sêyemîn hilberînera otomobîlan a herî mezin e[13]. Toyota li gorî îstatîstîkên nû çêkera erebeyan a herî mezin û çêkerên wek Nissan, Honda, Suzuki û Mazda jî din nav şîrketên heri mezin de ne.[14][15]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Lechevalier, Sébastien (2014). The Great Transformation of Japanese Capitalism. Routledge. p. 204. ISBN 978-1-317-97496-3".
  2. ^ ""World Economic Outlook Database, April 2016 – Report for Selected Countries and Subjects". International Monetary Fund (IMF)".
  3. ^ "Kyung Lah (14 February 2011). "Japan: Economy slips to Third in world". CNN".
  4. ^ ""Country statistical profile: Japan". OECD iLibrary. 28 February 2013". Ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin.
  5. ^ "Japan: 2017 Article IV Consultation : Press Release ; Staff Report ; and Statement by the Executive Director for Japan. International Monetary Fund. Asia and Pacific Department. Washington, D.C.: International Monetary Fund. 2017. ISBN 978-1-4843-1349-7. OCLC 1009601181".
  6. ^ ""2013 Production Statistics – First 6 Months". OICA".
  7. ^ "Morris, Ben (12 April 2012). "What does the future hold for Japan's electronics firms?". BBC News".
  8. ^ ""Allianz Global Wealth Report 2015" (PDF). Allianz" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 21 kanûna paşîn 2017 de hat arşîvkirin.
  9. ^ a b ""The World Factbook". Central Intelligence Agency". Ji orîjînalê di 12 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin.
  10. ^ ""As Farmers Age, Japan Rethinks Relationship With Food, Fields". PBS". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 çiriya paşîn 2013.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ ""World review of fisheries and aquaculture". Food and Agriculture Organization".
  12. ^ ""Manufacturing, value added (current US$) | Data". data.worldbank.org".
  13. ^ ""2013 Production Statistics – First 6 Months". OICA. Retrieved 16 October 2013".
  14. ^ ""Toyota Again World's Largest Auto Maker". The Wall Street Journal".
  15. ^ "Dawson, Chester (2012). "World Motor Vehicle Production OICA correspondents survey" (PDF). OICA" (PDF).