Adam Smith

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Adam Smith

FRSA
Jidayikbûn1723 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kirkcaldy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin17 tîrmeh 1790 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Edinburgh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêCanongate Kirkyard Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilSkotlenda Skotlandî
HevwelatîKeyaniya Yekbûyî Brîtanî
Perwerde
  • zanîngeha Glasgowê
  • Balliol College Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • The Theory of Moral Sentiments
  • The Wealth of Nations Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
  • François Quesnay Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Adam Smith Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Margaret Douglas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Endamê Royal Society (1767)
  • Fellow of the Royal Society of Arts
  • Fellow of the Royal Society of Edinburgh (1783) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Adam Smith FRSA (jdb. 5 hezîran 1723 - 17 tîrmeh 1790), yek ji aborîzan û fîlozofên navdar ê bi eslê xwe Skotlandî ye.

Smith di cîhana abrorî û xwezayê de birêkûpêkî û têkûziyek dibîne. Tenê kesên ku xwedî sincek (ehlaqek) birêkûpêk û têkûz in dikarin vê sazûmaniyê bibînin. Smith herçendî bi xwe profesorê sincê ye jî li ser aboriyê lêkolîn û xebat kiriye.

Smith bandora mirov li ser civakê girîng dibîne. Parvekirin û têkiliyên di nava civakê de xwedî sazûmaniyek în. Bingeha dewlemendiyê ked e. Mirov çendî ezeperest (egoîst) be jî, tevlî civakê dibe û di pêşketina mirovahiyê de xwedî rol e. Li ser sermiyan xebat kiriye û pêşbirka aboriyê şîrove kiriye.

Pirtûka wî ya bi navê bi inglîzî: Inquiry into the Nature and Causes of the Wealth of Nations ("Dewlemendiya Netewan") ku di sala 1776´î de weşandiye navdar e. Di vê pirtûkê de pêşbirk û pêşketina aboriyê bi zîrekî şîrove kiriye.