Here naverokê

Adriana Lima

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Adriana Lima
Jidayikbûn12ê hezîrana 1981an(1981-06-12) (43 salî)
Salên çalak1997–roja me
Hevjîn
(z. 2009; bd. 2016)
PartnerAndre Lemmers (2021–roja me)
Zarok3
Kariyera modelî
Bejn1,78 m (5 ft 10 in)
Ajans
Malperadrianalima.com
biguhêreBelge

Adriana Lima (jdb. 12ê hezîrana 1981an li Salvador, Bahia, Brezîl ) modeleke brezîlî ye. Ew ji 1999 heta 2018 firîşteya Victoria's Secret bû .Ew modela herî demdirêj bû û di sala 2017an de wekî "Firîşteya herî hêja Victoria's Secret" hate hilbijartin. Di heman demê de ew ji sala 2003an vir ve bi danasîna kosmetîkên Maybelline û reklamên xwe yên Super Bowl û Kia Motors jî tê nasîn. Di 15 saliya xwe de, Lima pêşbirka Ford Models "Supermodela Brezîlê" qezenc kir û di pêşbirka Ford ya "Supermodela cîhanê" de sala pêş de bû duyem berî ku bi Elite Model Managementê li New York Cityê re navîşand.

Lima niha ji hêla models.com ve wekî yek ji "Superên Nû" tê rêz kirin. Ji sala 2014an vir ve, Lima di nav modelên cîhanê de duyem modela ku herî zêde pere distîne ye . Di sala 2012 de, wê di rêza 4an de di lîsteya Forbes a modelên ku herî zêde pere distînin de cih girt û di salekê de 7,3 mîlyon dolar stend. Wê di sala 2013an de sêyem û di 2014an de jî duyem bi dahata 8 mîlyon dolarî cih girt. Di sala 2015an de, wê bi dahata 9 mîlyon dolarî di rêza duyem de cih girt. Di sala 2016an de, wê bi dahata 10,5 mîlyon dolaran di rêza duyem de girt

.Lima ji bo marqeya kincên Desigual ku baregeha wê li Barselona ya ​​Spanyayê ye, ji bo berhevoka kincan a marqeya îtalî Calzedonia û ji bo berhevoka kincên hazir a marqeya îtalî Sportmax, wekî balyoza marqeyê xebitî. Ew niha balyoza International Watch Company (IWC), Puma, Maybelline û Chopardê ye.

Jiyana berî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lima di 12ê hezîrana 1981an de li Salvador, Bahia, Brezîlê ji dayik bû. Gelek çavkaniyan diyar kirin ku "Francesca" pêşnavê wê yê duyem e, lê Lîma bi xwe di sala 2010an de di hevpeyvînek bi W Radio ya Kolombiyayê de ev yek red kir û piştrast kir ku navê wê tenê Adriana Lima ye.Bavê wê dema ku ew şeş mehî bû ji malbatê derket û Lima tenê ji hêla diya xwe ve hat mezin kirin.Lima li taxa Castelo Branco ya Salvadorê mezin bû.Berî ku ew dest bi modelsaziyê bike, wê got ku ew dixwazibû kariyerek wekî bijîşka zarokan bişopîne.

Lima bi eslê xwe portûgalî, xwecîha brezîlî, afrîkî, japonî, swîsreyî û hindistaniya rojavayî ye. Ew xwe wekî afro-brezîlî binav dike. Lima ji bilî zimanê xwe yê zikmakî portûgalî, zimanên inglîzî, îtalî û spanî jî dizane.

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Adriana Lima di Festîvala Fîlman a Cannes a 2015ê de

Lima qet nefikirî ku bibe modelek, her çend wê di dibistana seretayî de gelek pêşbirkên bedewiyê qezenc kiribû. Hevaleke wê ya dibistanê ku dixwest beşdarî pêşbirkek modelan bibe,nexwest bi tena serê xwe beşdar bibe, ji ber vê yekê Lima bi wê re beşdar bû. Her du wêne şandin û sponsorê pêşbirkê zû ji Lima xwest ku bikeve pêşbirkê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Adriana Lima Signs With Creative Artists Agency". WWD. 7 tebax 2019. Ji orîjînalê di 7 îlon 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 hezîran 2024.
  2. ^ "Adriana Lima - Model". Ji orîjînalê di 5 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 hezîran 2024.