Here naverokê

Ai Weiwei

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ai Weiwei
Ai Wei Wei di sala 2017an de
Navê rastî
艾 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn18 gulan 1957 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÇîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Parsons School of Design (1982–1983)
  • Art Students League of New York (1983–1986)
  • Beijing Film Academy (1978–)
  • University of Pennsylvania (1981–)
  • University of California, Berkeley (1981–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Sunflower Seeds Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Lu Qing Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Ai Qing Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Ambassador of Conscience Award (2015)
  • LennonOno Grant for Peace (2016)
  • The Glass of Reason (2010)
  • xelata Václav Havel (2012)
  • Joan B. Cendrós International Award (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.aiweiwei.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ai Weiwei (bi çînî: 艾未未; pinyin: Ài Wèiwèi), peykersaz, wênekêş, mîmar, kurator, blogger û çalakvanek çînî ye. Ew di 28ê tebaxa 1957an de li Pekînê ji dayik bû wek kurê helbestvan û rewşenbîr Ai Qing (1910-1996). Ew nîvbirayê wênesaz Ai Xuan e. Ew bi hunermend Lu Qing re zewicî ye û urekî wan ê bi navê Ai Lao heye.

Ai Weiwei di qada hunera serbixwe ya çînî de hunermendek sereke ye. Ew bi hunera xwe û bi performansên xwe yên hunerî yên provokatîv û siyasî li qada navneteweyî tê naskirin.[1] Ew fîgurê dijberiya desthilatdariyê û nîşana azadiya derbirînê li Çînê ye. Ew yek ji 303 rewşenbîrên çînî ye ku Şertnameya 08[2] îmze kiriye, û bi eşkere helwesta hikûmeta Çînê ya li ser demokrasî û mafên mirovan rexne dike. Wek mîmar, ew şêwirmendê hunerî yê fîrmaya mîmarî ya swîsreyî Herzog & de Meuron bû di dema avakirina Stadyûma Neteweyî ya Pekînê de ku ji bo Olîmpiyadên havînê yên 2008an hat çêkirin.[3]

Di sala 2011an de bi îdiaya ji bacê reviyaye ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û piştî 81 rojan bi kefalet hate berdan. Ji wê demê û pê de, ew bi şert dimîne û bêyî destûr nikare Pekînê biterikîne. Piştî ku pasaporta xwe ya çînî di 22ê tîrmeha 2015an de hilda, ew ji Çînê derket ku bi malbata xwe re li Berlîn, Almanya.[4] bi cih be, piştre mala xwe di sala 2019an de ber bi Cambridge, Keyaniya Yekbûyî, ve bar kir [5] Ji dawiya 2019an vir ve, ew li Montemor-o-Novo, bajarokek portûgalî ku li navçeya Évora, herêma Alentejo ye, dijî.

  1. ^ Arsène, Séverine (24 tîrmeh 2015). "Art, blog et dissidence". La Vie des idées (bi fransizî).
  2. ^ Charte 08, https://www.ldh-france.org/wp-content/uploads/IMG/pdf/Charte_08_traduction_revisee.pdf
  3. ^ (inglîzî) Merewether, Charles, Editor.~Essays by Jonathan Napack and Chin-Chin Yap. Ai Weiwei, Works: Beijing 1993-2003, Pékin, Timezone 8 Ltd., 2003.
  4. ^ "L'art du combat d'Ai Weiwei". Le Monde.fr (bi fransizî). 8 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2022.
  5. ^ "Ai Weiwei: I'm looking forward to arguing with Brits about Brexit". the Guardian (bi îngilîzî). 13 îlon 2019. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2022.