Alîkarî:Têketin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Alîkarî:Têkeve hat beralîkirin)
Li vir tu dikarî xwe tomarî Wîkîpediya bikî.
Dema tu tomarkirî bî, heman hesabekî bikarhêneriyê çêdibe û tu dikarî li rûpela xwe dest bi nivîsîna profîla xwe bikî.
 Alîkarî

  Kategorîkirin
  Wêne
  Gotar
  Têketin
  Beralîkirin

Çima divê ez xwe tomar bikim?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîpediya ensîklopediyeke azad e û ji bo her kesî vekirî ye. Heke tu nexwazî xwe lê qeyd bikî, ew jî baş e, tu dikarî azadane gotaran bixwînî û binivîsî. Lê belê, kesên ku tomarî Wîkîpediyayê bin, gelek avantaj û berjewendiyên wan hene. Çend ji wan ev in:

Heke tu tomarvanê Wîkîpediyayê bî, tu dikarî...[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ...rûpela xwe ya bikarhêneriyê çêkî. Li wir tu dikarî li ser xwe çend hevokan binivisîne. Herwiha, rûpeleke "Guftûgo" jî heye, li wir bikarhênerên din dikarin têkilî bi te re dabînin.
  • ...lîsteya xwe ya şopandinê çêkî, bi alîkariya wê tu dikarî guherandinên gotaran bişopînî.
  • ...şêweyê Wîkîpediya ji xwe re biguherînî.
  • ...navnîşana xwe ya IP'ê veşêrînî, li şûna wê navê xwe bipêşînî.
  • ...nivîsên xwe îmze bikî.
  • ...navê rûpelan biguherînî.
  • ...wêneyên xwe bar bikî bo Wikimedia Commons (Ev çi ye?) û wêneyên bikarhênerên din jî ji bo gotarên xwe bi kar bînî. Di arşîva Wikimedia Commonsê de bi milyonan wêne hene!
  • ...di hilbijartinên Wîkîpediya kurdî de dengê xwe bidî.

Ez çawan gotareke nû çêdikim?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Li ser lînkekê bitikîne; rûpeleke nû û vala vedibe. Niha tu dikarî li vê rûpeleke vala dest bi nivîsînê bikî. Heke tu li ser lînkeke sor bitikînî, rûpeleke vala vedibe. Dema te têr nivîsandiye li ser bişkojka "Qeyd bike" (tomar bike) bitikîne û bes e. Tu nivîskara/ê Wîkîpedyayê bûyî! Pirr hêsan e. Heke lînkeke hêşîn be, ev hê gotarek e. Tu dikarî lê binivîsîn, heke agahdariya te rast be. Ji kerema xwe re ji bîr meke divê tu çavkaniya xwe bidî.
  • Heke lînk ji bo gotara te tune be, pêşî di rûpeleke din de lînkekê ji bo gotara xwe çêke. Pişt re li ser wê lînka xwe bitikîne û gotara xwe binîvîse. An jî
  • Navê gotarê binivîse qutiya "Lêbigere", li ser bişkojka "Gotar" bitikîne û pişt re jî li ser nivîsa "vê gotarê binivîse" bitikîne.
Kengî Alîkarî
Tu dixwazî niha rûpelekê binivîsî, li vir alîkarî ji te re heye: Sernavê binivisîne:
û ji kerema xwe re li ser bişkojê bitikîne

Divê bala xwe bidim çi?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Divê gotara (meqale, nivîsar, bend) te li ser mijarekê be. Bi hevokên rast û bi zimanekî zelal binivîse. Ji bo rastnivîsîna zimanê kurdî Ferhenga Kurdî-Tirkî-Kurdî (2010) ya Zana Farqînî ya Înstîtûta Kurdî ya Stenbolê ISBN 978-975-6282-41-0 alîkariyeke mezin e. Nivîsên ku te bi xwe nivisandine ji kopyayên nivîsên kesên din baştir in.
  • Gotar ne reklam e, ne jî bi tenê lînkek ji malpereke din re ye.
  • Dema tu rûpeleke nû çêdiki, pêwîst e ku
  1. lînkek di vê rûpelê de hebe
  2. lînkek ji vê rûpelê re hebe

Heger ne wisa be ev rûpel zêde otonom e, mirov nikarin bibînin.

Îmze[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevkariyên te wekî tevkariyên te tên nîşan dan. Nivîsên te, kar û xebatên te ne. Di protokolên rûpelan de navê te gel tevkariyên te tê nîşandan.

  • Îmze: --~~~~

Fonksiyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heger tu qeydkirî yî, fonksiyonên ku tu dikarî bi kar bînî zêdetir in. Mînak: tu dikarî wêneyan jî hilkêşe (upload bike).

Şêwendan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Stûr: Bi sê tîpên ', anku '''girîng''' dibe girîng.
  • paldayî: Bi du tîpên ', anku ''peyv'' dibe peyv. Hey jê hebe: ('') û (") ji hev du cuda ne!