Here naverokê

Zana Farqînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zana Farqînî
Jidayikbûn1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Meqam
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zana Farqînî (jdb. sala 1967an li Baqûz, Diyarbekir), nivîskar, wergêr û ferhengdanerekî kurd e. Wî ji bo gelek berhemên girîng bi zimanê kurdî tê naskirin. Zana Farqînî di weşanên wekî rojnameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Tûrik (ku vesera Azadiya Welat e), kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen, Zend, Zembîlfiroş, Tîroj, Avaşîn hatien weşandin. Îro jî di rojnameya rojane ya bi tirkî Özgür Gündemê de nivîskarê quncikê ye û hefteyê carekê dinivîse. Herwiha wî di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de ku niha ji aliyê dewleta tirk hatiye girtin, gelek erk girtiye.

Jiyana pêşîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zana Farqînî di sala 1967an de li gundê Baqûzê ya navçeya Farqînê de jidayik bûye. Ew dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, dibistana amadehiyê û zanîngeh jî li Stembolê qedandine. Li Zanîngeha Stembolê Beşa civaknasiyê xwendiye.[1]

Kariyera nivîskariyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ye û digel komê kaseta pêşîn a bi navê "Rozerîn" derxistiye. Di kovara Rewşen ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê dev ji xebatên muzîkê berdaye û paşê bi dorê di rojnameyên hefteyî yên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat de dixebite. Di rojnameya Welat de bi giranî karê redaksiyonê kiriye.[2] Di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye berpirsê karê nivîsaran ê pêşîn ê Welatê Me. Paşê bûye gerînendeyê giştî yê heman rojnameyê.[1] Ji ber nivîs û nûçeyên ku di vê rojnameyê de hatine weşandin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Stembolê hatiye darizandin û ceza xwariye.[3] Herwiha li heman dadgehê parêziya xwe jî bi zimanê kurdî kiriye û ji ber vê helwesta xwe hatiye girtin û demekê li Girtîgeha Bayrampaşayê ya Stembolê razaye.

Farqînî piştî girtina "Welatê Me" digel hevalên xwe lê xebitiye rojnameya hefteyî ya bi navê "Azadiya Welat" derxistiye û gerînendeyê pêşîn ê weşanê jî dîsan ew e. Piştî ku ji ber neçariyê dev ji karê rojnamegeriyê berdaye, li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê berdewamî bi karên xwe yên li ser zimanê kurdî daye ku heman xebat û lêkolînên xwe yên der barê ziman de jixwe didomandin.[1][3] Piştî ku dev ji karê rojnamegeriyê berdide, hemû giraniya xwe dide ser xebat û vekolînên li ser zimanê kurdî.

Sê dewr di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stembolê de cih girtiye. Zana Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve cara pêşîn di sala 2005an de hatiye lidarxistin.[1] Di sala 2015an de li Zanîngeha Mêrdînê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kiriye.[4]

Niha Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye. Gotarên wî di weşanên wekî rojnameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Tûrik (ku vesera Azadiya Welat e), kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen, Zend, Zembîlfiroş, Tîroj, Avaşîn û malperên li ser înternetê Rojev, "Gerdûn, Amidakurd, Amude.com"ê de hatine weşandin. Niha jî di rojnameya rojane ya bi tirkî Özgür Gündemê de nivîskarê quncikê ye û hefteyê carekê dinivîse.

Li ser daxwaza derdora xwe ya nêzîk ku ji xebatên wî yên akademîk haydar bûn, Farqînî diyar kiriye ku wî biryar daye ku di serdema 28an a parlamenterê de wekî namzet beşdarî hilbijartinê bibe.[4]

Di derbarê namzetiya xwe de Farqînî wiha gotiye;[5]

"Derbarê min de hêviyek hebû, û min biryar da ku li ser daxwaza derdora xwe ya nêzîk bibim namzet, nemaze ji ber xebatên min ên li ser mijarên ziman û zimannasiyê."

Farqînî diyar kiriye ku pirsgirêka ku di salên 1990î û destpêka salên 2000î de di tomarên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de zimanê kurdî wekî "zimanekî nenas" û piştî 29ê kanûna pêşîn a 2008an wekê "ne-tirkî" tê binavkirin, divê were çareserkirin.[2][5][6] Derbarê vê pirsgirêkê de wî gotiye:[5]

"TRT Kurdî li vî welatî weşanê dike. Ger kurdî zimanekî 'nenas' be, wê demê divê em ji serokê parlamenterê, Mustafa Şentop bipirsin, TRT Kurdî li gorî kîjan qanûnê weşanê dike? Li Tirkiyeyê zanîngeh û enstîtu hene ku li ser zimanê kurdî dixebitin, bernameyên lîsans û doktorayê pêşkêş dikin. Navê vî zimanî teqez divê were destnîşankirin; ger rastiyek wisa hebe, divê em bi navê wê nêzîkî vê rastiyê bibin."

Farqînî diyar kiriye ku ew bi berdewamî bi derdora xwe ya nêzîk re li ser parastina qanûnî ya zimanê kurdî nîqaş dike. Di heman demê de wî diyar kiriye ku ger ew wekê parlamenter were hilbijartin, ew ê di serdema parlementoyê ya pêş de li ser mijarên têkildarî zimanê kurdî bixebite û gotiye, "Ez ê ji bo rakirina bendên sinordar ên di qanûnê de yên derbarê zimanê Kurdî de û afirandina rêziknameyên qanûnî yên têkildar ji bo zimanê kurdî bixebitim."[5]

Zana Farqînî di hilbijartinên 14ê gulanê de ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan bûye namzet. Farqînî Stembol û Amedê wekê xwe herêma xwe yê hilbijartinê hilbijartibû.[7]

  • Ferhenga Tirkî-Kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1278 rûpel, Stenbol, 2000
  • Ferhenga Kurdî-Tirkî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2132 rûpel, Stenbol, 2004
  • Ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî. Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, 1504 rûpel, Stenbol, 2008
  • Ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî. Çapa duyem. Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, 1504 rûpel, Stenbol, 2009
  • Ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî. Çapa çarem. Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, 1504 rûpel, Stenbol, 2010
  • Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve), Weşanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê 210 rûpel, Stembol 2019
  • Zana Farqînî digel Hasan Kaya û Samî Tan broşûreke bi navê "Em Zimanê Kurdî Binasin" amade kiriye.
  • Mamosteyê Sêyemîn Xanî, ji zimanê tirkî
  • Rastiyên Destana Memê Alan, ji zimanê tirkî
  • Xanî û Newroz, ji zimanê tirkî
  • Xanî û Memzayên Wî; ji zimanê tirkî
  1. ^ a b c d "Faik Bulut | En kapsamlı Kürtçe-Türkçe sözlüğün derleyicisi Zana Farqinî: Ecdadımızın sesini kayıt altına almaya çalıştım". Independent Türkçe (bi tirkî). 19 hezîran 2022. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
  2. ^ a b "Zana Farqînî: Türklere helâl olan neden Kürtlere haram?". www.gazeteduvar.com.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
  3. ^ a b "Zana Farqînî". Botan Times. 24 hezîran 2024. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
  4. ^ a b Leinonen, Anu (7 kanûna paşîn 2025). Struggling against Language Shift: Kurdish Language Education in Turkey (bi îngilîzî). Brill.
  5. ^ a b c d "Aday adayı Zana Farqînî: Kürtçenin Mecliste adının konması gerekiyor". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
  6. ^ "Zana Farqînî: Kürtçe yağmura yakalanmış kar misali eriyor!". Rûpela nû. 9 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.
  7. ^ "Yeşil Sol Zana Farqinî'yi aday göstermedi, tepki yağdı". Amida Haber (bi tirkî). 10 nîsan 2023. Roja gihiştinê 20 gulan 2026.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]