Albany County, New York

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Albany County
Navçe (County)
Cihê wê di Dewleta DYAyê ya New York
Cihê New York di DYAyê de
Koordînat: 42°39′44″Bk 73°50′57″Ra / 42.662094°Bk 73.849075°Ra / 42.662094; -73.849075
Dewlet DYA
Federedewlet New York
Avakirin1 çiriya paşînê 1683 (berî 340 salan) (1683-11-01)[1]
Navê xwe lê kirîPrince James, Dûkê York û Albanyê
PaytextAlbany
Bajarê herî mezinAlbany
Qada rûerdê
 • Giştî533 sq mi (1380 km2)
 • Erd523 sq mi (1350 km2)
 • Av10 sq mi (30 km2)  2.0%
Nifûs
 • Texmînî 
(2020)
314.848[2]
 • Berbelavî602,13/sq mi (23,248/km2)
DemUTC−5 (Rojhilatî)
 • Havîn (DST)UTC−4 (EDT)
Dîstrîkta kongreyî20em
Malperwww.albanycounty.com
biguhêreBelge

Albany County ( /ˈɔːlbəni/) navçeyeke (bi inglîzî: county) li federedewleta New Yorkê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Çemê Mohawkê li cihê ku bi Çemê Hudsonê re tevîhev dibe de hidûda navçeyê ya bakur pêk tîne. Di hejmartina nifûsê ya DYAyê ya 2020an de nifûsa navçeyê 314.848 kes bû.[3] Paytexta navçeyê û bajarê wê yê herî mezin Albany ye[4] ku di eynî wextî de paytexta federedewleta New Yorkê ye. Ji ber ku eslen ji aliyê hikûmeta îngilîz ve di dewra kolonyalizmê de hatibû avakirin, Albany County xwedî erdeke nediyarkirî bû, lê belê ji 3ê Adara 1888an vir ve erdê wê 1.400 km2 (530 sq mi) ye. Navçe navê xwe ji Dûkê York û Albanyê James II yê Inglîstanê (James VII yê Skoçyayê) standiye.

Albany County navenda Capital District a federedewleta New Yorkê ye, ku ji Albany-Schenectady-Troy, NY Herêma Statîstîkî ya Metropol (en) pêk tê.

Cografya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Menzereya bajarokên Guilderland û New Scotland û bajarê Albany ji Parka Thacher

Li gorî Buroya Nifûsê ya DYAyê, hemû axa navçeyê 1.380 km2 (533 sq mi) ye. 1.350 km2 (523 sq mi) bejayî û 10 sq mi (26 km2) (%2,0) av e.[5]

Albany County li navenda New Yorkê ya rojhilat de ye, ji cihê ku Çemê Mohawkê û Çemê Hudsonê tevîhev dibin ber bi başûr û rojavayê ve dirêj dibe. Hidûda wê ya rojhilat Hudson e; qismekî hidûda wê yê bakur jî Mohawk e.

Eraziya navçeyê li nêzîkî çemên Hudson û Mohawkê pehn e, li başûrê rojavayê bilind û bi gir e. Cihê herî bilind yek ji çend lûtkeyên nêzîkî Henry Hill e ku nêzîkî 660 m (2.160 ft) li jor asta deryayê ye. Cihê herî nizm ya navçeyê li qismê herî başûr a çemê Hudsonê ye ku 19 m (62 ft) li jor asta deryayê ye.

Navçeyên cîran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albany County bi şeş navçeyan ve cîran e:

Bajar û Bajarok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xerîteya bajarok, bajar û gundên Albany County

Albany County ji sê bajar û 10 bajarokan pêk tê.

Bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihên serjimar nîşankirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hamlet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûsa tarîxî
SalNifûsNot
179075.980
180034.043−552%
181034.66118%
182038.116100%
183053.520404%
184068.593282%
185093.279360%
1860113.917221%
1870133.052168%
1880154.890164%
1890164.55562%
1900165.57106%
1910173.66649%
1920186.10672%
1930211.953139%
1940221.31544%
1950239.38682%
1960272.926140%
1970286.74251%
1980285.909−03%
1990292.59423%
2000294.56507%
2010304.20433%
2020314.84835%
U.S. Decennial Census[6]
1790–1960[7] 1900–1990[8]
1990–2000[9] 2010–2019[10]

Li gorî serjimara 2020an li navçeyê 126.540 malbat, 314.848 kes dijîn.[3] Kompozisyona irsî ya navçeyê %78,2 spî, %12,7 reşik an afrîkanî-amerîkî, %0,2 xwecihiyên amerîkî, %4,8 asyayî, %1,6 ji nijadên din, û %2,5 ji du an zêdetir nijadan bû. %4,9 ji nifûsê hispanî yan latînoya her nijadan bûn.[11] Li gorî serjimera 2000an %19,2 ji koka îrlandî, %16,0 ji koka îtalî, %11,0 ji koka alman, %6,1 ji koka îngilîz û %5,1 ji koka polonyayî bû.[11] %90,4 bi zimanê xwe yê yekê bi îngilîzî, %2,7 bi spanî û %1,0 bi îtalî diaxivîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Sullivan, James; Williams, Melvin E.; Conklin, Edwin P.; Fitzpatrick, Benedict, edîtor (1927). "Chapter VII. Albany County.". History of New York State, 1523–1927 (PDF) (bi îngilîzî). Cild 2. New York City, Chicago: Lewis Historical Publishing Co. r. 461-68. hdl:2027/mdp.39015019994048. Wikidata Q114149636.
  2. ^ "US Census 2020 Population Dataset Tables for New York". United States Census Bureau. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2022.
  3. ^ a b "U.S. Census Bureau QuickFacts: Albany County, New York; United States". Census.gov. Roja gihiştinê 20 tîrmeh 2022.
  4. ^ "Find a County". National Association of Counties. Ji orîjînalê di 31 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 hezîran 2011.
  5. ^ "2010 Census Gazetteer Files". United States Census Bureau. 22 tebax 2012. Ji orîjînalê di 19 gulan 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2015.
  6. ^ "U.S. Census Bureau QuickFacts: Albany County, New York; United States". Census.gov. Roja gihiştinê 20 tîrmeh 2022.
  7. ^ "Historical Census Browser". University of Virginia Library. Ji orîjînalê di 26 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2015.
  8. ^ "Population of Counties by Decennial Census: 1900 to 1990". United States Census Bureau. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2015.
  9. ^ "Census 2000 PHC-T-4. Ranking Tables for Counties: 1990 and 2000" (PDF). United States Census Bureau. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2015.
  10. ^ "State & County QuickFacts". United States Census Bureau. Ji orîjînalê di 29 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 çiriya pêşîn 2013.
  11. ^ a b "U.S. Census website". United States Census Bureau. Roja gihiştinê 29 nîsan 2012.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]