Anamneza bi kurmancî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kürtçe Anamnez/Anamneza bi kurmancî sernavê kitêbekê ye ku di adara 2009an de ji aliyê İsrafil Bülbül û Mikail Bülbül ve li ser navê Jûra Bijîşkan a Amedê û bi alîkariya Kurdî-Dera Amedê li Amedê hatiye çapkirin.

Kitêb ji çar beşan pêk tê. Beşa yekem li ser rêzimana kurmancî ye, ya duyem li ser kurmanciya rojane ye, ya sêyem li ser anamneza 15 beşên tibbê (pirsên tirkî û wergera wan a bi kurmancî) û beşa çarem jî ferhengoka tirkî-kurdî û kurdî-tirkî ye. Bi giştî 207 rûpel e û ji aliyê Jûra Bijîşkan a Amedê ve li bijîşkan bêpere hatiye belavkirin.

Çapa duyem ya kitêbê di çiriya pêşîn a 2009an hatiye çapkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]