Anatolyaya navîn
Xuyakirin
(Ji Anatolya Navîn hat beralîkirin)
Anatolyaya Navîn herêmeke erdnîgarî ye ku di nav sinorên Tirkiyeyê ya niha û di nav erdnîgariya navîn a Anatolyayê de ye. Li gel bajarê paytext Enqere bajarên mezinên wekê Qonye û Qeyserî di nav herêma Anatolyaya Navîn de ye.[1][2] Li gorî dabeşkirina îro rûbera herêma Anatolyaya navîn 151.000 km² ye.[1]
Li qadeke berfirehê Anatolyaya navîn ku li ser deşteke berfirehê di navbera parêzgehên wekê Qonye, Enqere, Axsere, Qirşehîr û Afyonê hatiye dabeşkirin Kurdên Anatolyayê dijîn.
Çemê Kizilirmakê (çemê sor) û çiyayên wekê Çiyayê Erciyesê, Çiyayê Hesena li vê herêmê ye û herêma geştiyarî û herêma dîrokî ya Kapadokyayê ku beşa herî zêde di nav sinorê parêzgeha Niğdeyê de ye li Anatolyaya navîn e.
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Bajarê Qeyserî û Çiyayê Erciyesê.
-
Navenda Enqere ku yek bajarên mezinê herêmê ye.
-
Herêma Kapadokyayê, navçeya Göremeyê.
-
Navenda Qonyeyê ku yek ji bajarên mezinê herêmê ye.
-
Deşta Axsereyê û ji Çiyayê Hesena.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Herêma Anatolyaya Navîn". www.cografya.gen.tr. Roja gihiştinê 5 adar 2024.
- ^ "Parêzgeh û navçeyên Herêma Anatolyaya Navîn kîjan in?". Milliyet (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 5 adar 2024.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |