Anders Behring Breivik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Anders Behring Breivik
Sketch of Breivik.png
biguherîneBelge

Anders Behring Breivik (jdb. 13ê sibatê 1979 li Oslo[1]) çalakvanê suîkastên 2011an ên Norwêcê ye. Wî di wê salê de di navenda bajarê Osloyê de erebeyek da teqandin û piştre bi cilên polêsan û tebancekî li ser girava Utøya 77 ciwanên sosyaldemokrat kuştin. Ew di 22ê tîrmeha 2011an de hat girtin û sûcê xwe rojek bi şûnde bi awayekî berfireh îtîraf kir.[2]

Breivikê 32 salî 'parastina Norwêcê li dijî Îslamê' û 'marksîzma çandî' wek sedemên suîkastan bi nav kir. Li gorî parastina wî, wî xwest sosyaldemokratên ku welêt birêve dibin "bi awayeke pir xurt ceza bike", ji ber ku ew berpirsyarên "îthalata mezin a misilmanan bo Norwêcê" ne.[3][4]

Li gorî yekemîn rapora fermî ya 29ê çiriya paşîn a 2011an Breivik di dema suîkastê de nexweşiya şîzofreniya paranoîd bû û lewra ne xwediyê hêza jêcudakirinê ya (temyîzê) ye. Lê li gorî raporeke duwem Breivik nexweşiya xerabûyîtiya nasnameya psîkolojîk be jî, hêza jêcudakirinê li ser wî hebû.

Di roja 16'e nîsana 2012ê de bi sûcên terorîzm û kuştinê[5] doz li wî hat vekirin.[6]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Aftenposten, 15ê sibata 1979, rûpel 10
  2. Verdächtiger legt Geständnis ab. Tagesschau.de, 24ê îlona 2011
  3. Ville strupe videre rekruttering til Arbeiderpartiet Dagbladet, 25ê tîrmeha 2011
  4. Attentat auf Norwegens König geplant Berliner Morgenpost, 31ê tîrmeha 2011
  5. Die Anklage gegen Breivik, Welt Online, 10ê nîsana 2012
  6. Ein Narzisst entlarvt sich selbst spiegel.de, 16ê nîsana 2012