Angîna pektorîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dilrêncî, janedil, dilêşan, rêncedil[1], angîna pektorîs[çavkanî pêwîst e], anjîna pektorîs[çavkanî pêwîst e], anjîn [çavkanî pêwîst e] an jî stenokardî[çavkanî pêwîst e] navê êşa taybet singê û ya mirina masûlkeyên dil û miyokardînfarkt e.

Êş tûj, guherbar, hic caran wekî şewatê ye di singê çepê de ye. Di heman demê de milê çepê, bi taybetî ji enîşkê berjêr jî diêşe. Dîsa binê çenê, stû jî dîêşe. Divê mirov bêje ku, ev êş ne standard e lê pirranî wisa ye. Hin caran êşa myokardînfarktê xwe bi awayên din dide der. Li cem nexweşên diyabetîk dikare xwe hîç nede der. Angîna pektorîs ji ber ku sîmptoma înfarkta dil e, girîng e. Hin nexweşiyên bingeh-psîkolojîk wekî berpêyên panîkî hwd jî heman sîmptomê nîşan didin.

Koda sîmptomê di zanistiyê de[biguherîne]

  • Angina Pectoris
  • ICD-10-Code:I20.9

Angîna xwe di koronarsklerozê ango tengbûna demarên koronar de dide der. Sedemên laşî û psîkolojîk wê ditetîkînin. Nişka ve destpêdike. Heger bi bêhnvedanê derbas bibe baş e. Wê gavê mirov dizane ew ji ber spazma masulkeyan, êşa madeyê, îşemî, prînsmetalangîna hwd e. Heger ji 20 dq zêdetir didome, wê gavê talûke heye ku înfarkta dil destpêkiriye û divê mirov xwe zû bigihîne nexweşxaneyê.

Hin cureyên anginayê[biguherîne]

  • Angîna ya ji ber xweêşandina laşî tê
  • Angîna ya şevê û di rehetiyê de
  • Stabîlangîna
  • Nestabîlangîna
  • Angîna mirina masûlkeyên dil an angîna ku divê zû were tedawîkirin
  • Prînsmetalangîna

Rewşên angînayê ditetikînin[biguherîne]

  • Raxwarina sîgarayê
  • Xweêşandina laşî
  • Rewşên dijwar ên psîkolojîk
  • Alkol
  • Guherandina klîmayê
  • Sar û serma

Helbet heger demarên mirov ên koronar paqij û nexitimî bin, mirov vê êşê nakşîne. Li heger demar ji 30-40 % zêdetir xitimî bin, di van rewşên tetikbar de angîna xwe dide der.

Sîmptomên nêzîk[biguherîne]

Tiştên ku mirov beriya çûyîna nexweşxaneyê divê bikin[biguherîne]

  • Veketin, bêhnvedan
  • Piştî 20 dq yî sedî sed divê ambûlansek bixwazin
  • Bo oksîjenê vekirina pencereyan
  • Heger li malê heye cûtina aspîrînê
  • Divê laş bêhereket bihêlin daku pêdiviya oksîjenê kêm be
  • Sedî sed divê mirov bi serê xwe otoyê najo û bi serê xwe neçe nexweşxaneyê alîkarî bixwaze

Çavkanî[biguherîne]

  1. Ezîz Reşîd Akreyî (1978)

Girêdanên derve[biguherîne]