Here naverokê

Apocî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Apocî (yan apoçî, carine jî apoyî) bernavek e ku ji bona kesên ku xwe bi îdeolojiya Abdullah Öcalanê serokê Partiya Karkerên Kurdistan îfade dike re tê bikaranîn.

Peyva apocî ji Apo û -cî tê. Apo bi xwe jî ji peyva ap (mam, birayê bavê kesekî) û paşgira -o têt û bernavê Abdullah Öcalanî ye. Apocî jî wiha tê wateya kesên li dû Apo diçin.

Peyva apocî bi giştî bi wateya kesên di PKKê de yan jî sempatîzanên wê re tê bikaranîn.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Apocî di heman demê de navê berê yê Partiya Karkerên Kurdistan bû.

Ev jî diyar dike ku qenc be yan xirab be, PKK bi gelek awayan tê wateya Apo û Apo jî hemî PKK ye.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: apocî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir