Arsima balindeyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bakteriyên H5N1 di bin mîkroskopê de
Belavbûna H5N1 di cîhanê de: Rengê sor cihên lê xetereya mirinê heye destnîşandide. Rengê mor cihên ku vîrusê can girtiye dide zanîn

Arsima balindeyan an grîba çivîkan yek ji cureyên nû hatiye keşfkirin ê arsimê ye.

Cara yekemîn di sala 2004´î de li Asya dûr (Çîn, Japon, Kore û hwd) hatiye tasbîtkirin û navê Înfeksiyona H5N1 pêve hatiye danîn. Vê arsimê gelek can standin. Ji bo saw ji mirovan ti agahî bidestneketine. Tenê bi riya meytên balindeyan digihê mirovan. Heya niha gelek cureyên arsima balindeyan hatine dîtin û çareya wan jî pê re. Lê çareya H5N1´ê hêj nehatiye dîtin.

Tê texmînkirin ku di destpêka sedsala 20emîn de cureyên pandemiya H1N1 bûye sedemê mirina nêzîkî 50 milyon kesî. Lê îro nebixetere ye. Dîsa pandemiyên (H2N2), (H3N2), (H1N1) û H3N1 ji rêza bixeterebûnê hatine derxistin.

Hin sîmptomên arsima balindeyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qelsiya laş
  • Zêdetîna laş
  • Astengî di bêhnvedanê de
  • Îshel
  • Xerabî di sîstema neurologiyê de
  • Mirina selûla û organên laş
  • Şînbûn di zimên û nava dev de

Ji ber ku ev nexweşî hêj nû ye û çareya wê sedî sed nehatiye dîtin, çêtir e mirov xwe ji berateyên balindeyan dûr bigire, biparêze. Dîsa divê mirov ji bo bi sawê nekeve têbikoşe.