Xane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şane hat beralîkirin)
Endamokên xaneya eukaryotî:
(1) Navikok
(2) Navik
(3) Rîbozom
(4) Vezîkol
(5) Retîkûlûma endoplazmî ya zivir
(6) Heybera Golgî
(7) Peykerê xaneyê
(8) Retîkûlûma endoplazmî ya lûs
(9) Mîtokondrî
(10) Vakool
(11) Sîtoplazma
(12) Lîzozom
(13) Sentrîol

Xane yekeya bingehîn a zîndewer e.

Heke tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ko piraniya xaneyan pir piçûk in, xane bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan hûrbîn (mîkroskop) tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina hûrbînê ji hebûna xaneyê hayîdar bû.

Dîroka kifşa xaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hûrbîna Robert Hook

Zanyarê brîtanî Robert Hook di sala 1665an de, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî. Cell bi îngîlîzî tê wateya malik an ji odeya biçûk. Her çiqas Robert Hook tiştên di bin hûrbînê dîtibû wekî xane (cell) bi nav kiribû jî, a rast ew ne xane bûn, lê çavikên vala bûn. Ji ber ko xaneyên Hook ne zindî bûn, Hook tenê dîwarên xaneyan ko ji selulozê çêbûyî dîtibû.

Antonie van Leeuwenhoek (1632–1723) zanyarek Holandî bû. Ê ko cara yekem hebûna bakterî û zîndewerên hûrik û yekxaneyî bi hûrbînê dîtiye Leeuwenhoek e. Ev zanyar bi qasî 500 heb hûrbîn çêkir. Hûrbînên wî, tiştan bi qandî 250 caran mezintir dikir. Di dîroka zîndezanî (biyolojî) de mîkrobiyologê pêşîn Leeuwenhoek e. Xebatên wî di pirtûka bi sernavê ajalokan (animalcules) hatibû weşandin.

Ji ser xebatên Robert Hook û Antonie Van Leeuwenhoek nêzikê 200 salan paşê, Riweknasê (zanyarê botanîk) alman, Mathias Jakob Schleiden (1804-1881) di sala 1838e de daxuyand ko hemû riwek ji xaneyan pêk tê. Salek bi şûn de, sala 1839an de zanyarê alman, Theodor Schwann (1810-1882) ragihand ko hemû ajal ji xaneyan çêbû ne. Her ko zanînên der barê xaneyê zêde bûn zanyaran teoriya xaneyê derpêş kirin. Di serî de ev teorî ji 4 bendan pêk dihat. Lê gava ko derheqê xaneyê de sal bi sal zanînên nû kombûn, Teoriya Xaneyê jî guherî û hîn bendên nû lê hatin zêdekirin.

Bîrdoziya (teorî) xaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanyarê birîtanî Robert Hook di sala 1665an, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî
  1. Her zîndewer herî kêm ji xaneyek çi dibe.
  2. Hemû xaneyên nû, ji dabeşbûna xaneyên berê çêdibin.
  3. Xane yekeya binyatî ye zîndewran e ko tê de hemû karên zindewariye tên bi rê ve birin.
  4. Çalakbûna zîndewer, girêdayî çalakbûna hemû xaneyên xweser ên di laşê zîndewer de ne.
  5. Di hundirê xaneyê de ji bo metabolîzmayê enerjî tê guhertin.
  6. Di nav sîtoplazmaya xane, an ji di hundirê navikê xaneyê de ADN (Asîda deoksirîbonukleî) heye.
  7. Zanyariya bomaweyî (genetîk) bi riya kromozoman (ADN û proteîn) derbasî xaneya nû dibe.
  8. Bi gelemperî, pêkhateya kîmyayî ya hemû xaneyan wekhev in

Taybetmendiyên hevbeş ên xaneyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya xaneyan ewqas biçûk in ko bi çavên tazî nayên dîtin. Xaneya herî gir, a hêştirme ye. Ev balinde ji hemû balinde yên din girtir e. Hêka wê bi qasî du kîlogram e. Ji ber ko hêka hêştirme ji xaneyek pêk tê xaneya wê jî girantirîn û mezintirîn xaneyên gerdûnê ye. Her çiqas, xaneyên ajalan, xaneyên riwekan û xaneya bakteriyan ne dişibin hevdu û ji hev cuda bixuye ji, hemû xaneyan xwediyê hinek binyadên hevbeş in.

  • Hemû xane bi parzûnek dorpêçkiriye.
  • Di hundirê her xaneyek de sîtoplazma heye.
  • Endamok a bi navê rîbozom di hemû xaneyan de heye.
  • Di nav sîtoplazmayê an ji di hundirê navikê hemû xaneyan de Asîdên nukleyî, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) û ARN (Asîda rîbonukleyî) hene

Corên xaneyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor hebûn an jî tunebûna navikê, du cor xane heye:

Xaneya navikseretayî

Xaneya navikseretayî (xaneya prokaryotî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemû bakterî û arkea xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji navik e. Xaneya bê navik wek xaneya navikseretayî (prokaryotî) tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya navikseretayî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerên firexaneyî, navikseretayî nîn in. Di xaneyên navikseretayî de ji xeynî rîbozom tu endamok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çêdibin. Ji ber ko xaneyên navikseretayî bê navik in, asîdên nukleyî, ADN û ARN li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in.

Xaneya navikrasteqîn

Xaneya navikrasteqîn (xaneya êkaryotî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zîndeweren ji cîhana protîstan, cîhana fungusan, cîhana riwekan û cîhana ajalan, hemû navikrasteqîn nin. Di xaneyên navikrasteqîn de navik heye û endamok bi parzûn dorpêç kirî di nav sîtoplazmayê de cih digrin. Hemû ajal û riwek firexaneyî (multicellular) ne û xaneyên wan xaneyên navikrasteqîn ne. Hin endamên cîhana protîstan tekxaneyî ne. Wek mînak amîb, euglena û paramesyûm. Lê hinek endamên protîstan firexaneyî ne. Wekî mînak kevzên avê û koloniya volvoxê.

Hinek corên fungusan yekxaneyî ne, lê piraniya wan firexaneyî ne. Fungusê kofik, fungusê meya, fungusê jengê yekxaneyî ne. Karok (qarçik) ên bi komik firexaneyî ne.

Xaneya navikrasteqîn ji derve ber bi navîn, ji sê beşan pêk tê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]