Here naverokê

Arunachal Pradeş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dewleta federal a Arunachal Pradeş
Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
1961337—    
1971468+38,9%
1981632+35,0%
1991865+36,9%
20011,098,000—    
20111,383,727—    

Arunachal Pradeş yek ji dewletên Hindistanê ye ku li bakurê rojhilatê Hindistanê bicîh dibe. Berê wek herêmek dihate nasîn lê di 20ê reşemeha 1987ê de wek dewleteke federal hate pejirandin. Itanagar paytexta dewletê û her wisa mezintirîn bajêrê dewletê ye. Hidûdên dewletê li aliyê başûr; cînarê dewletên Hindistanê Assam û Nagalandê ye, li aliyê rojava cînarê Bûtan (dewlet)ê ye, li aliyê rojhilat cînarê Myanmarê ye û li aliyê bakur jî cînarê Çînê ye.

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zilamekê Nyishi yê bi cilên kevneşopî

Meriv dikare demografiya dewleta Arunachal Pradeş bi dûçûna taybetiyên eşîrî, zimanî, dînî û çanda madî dabeşî çend qisma bike; Li rojavayê herêm li nêzî hidûdê Bûtan xelkê Monpa ku bi zimanekî Tîbetî diaxivin hene, gelê Tanî ku bi eslê xwe gelekê Tîbetî ne li navenda dewletê dijîn, gelê Mishmi li rojhilatê herêma Taniyan dijîn, xelkên Tayî li hidûdê Myanmar û gelê Naga jî li başûrê dewletê her wisa li nêzî hidûdên Myanmarê dijîn. Her wisa li navberan van herêman de hinek çandên dualî hene wek Aka/Hruso/Miji/Sherdukpen ku hem dişibin Tîbetên bûdîst hem jî dişibin eşîrên herêma Tanî. Ji bo zêdekirin, li vê dewletê hinek gelên îzole jî hene; wek gelê Sulung

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]