Bûtan (dewlet)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kingdom of Bhutan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bûtan (dewlet)
Ala Mertal
Dirûşm: Happiness is a place Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Druk Tsenden Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bûtan (dewlet) li ser nexşeyê
Map
Paytext
  • Thimphu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

27°27'Bk, 90°30'Rh
Zimanên fermî
  • Dzongkha Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên tên bikaranîn
  • Kheng
  • Lhokpu
  • Bumthang
  • Gongduk
  • Nyen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî padîşahiya destûrî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Jigme Khesar Namgyel Wangchuck (Druk Gyalpo, 2008–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Lotay Tshering Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 8 tebax 1949 (independence recognized by country from which it separated) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 38.394 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 807.610 (2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
Koda telefonê +975
Malper
http://www.bhutan.gov.bt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Bûtan, (bi zimanê dzongkha: འབྲུག་ཡུལ་, Druk Yul, bi fermî Keyaniya Bûtanê) welatekî bejahî ye li Asyaya Başûr. Paytext û bajarê herî mezin Thimphu ye.

Ew li Rojhilatê çiyayên Himalaya, di navbera Çîn (li bakur) û Hindistanê (li başûr) de ye. Wek welatekî çiyayî, Bûtan wekî "Druk Yul," an "Welatê Ejdehayê Gûrgûrê" tê zanîn. Nepal û Bengladeş li nêzîkê Bûtanê ne, lê sînorê wan ê hevpar nîne. Nifûsa welat ji 727,145[1] zêdetir e û axa wê digihêje 38,394 kîlometre çargoşe. Di warê rûbera axê de di rêza 133emîn de ye û di nifûsê de rêza 160emîn digire. Bûtan keyîtiyek demokratîk a bi destûrek bingehîn e, lewra padîşah wekî serokê dewletê û serokwezîr jî wekî serokê hikûmetê tê dîtin. Budîzma Mahayana û Vajrayana ola dewletê ye û Je Khenpo serokê ola dewletê ye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên Hîmalaya yên subalpîn li bakur ji deştên subtropîkal ên geş li başûr bilind dibin.[2] Li Hîmalayaya bûtanî, çiya hene ku ji asta deryayê ji 7000 metre (23000 ft) bilindtir in. Çiyayê Gangkhar Puensum lûtkeya herî bilind a Bûtanê ye û çiyayê herî bilind ê cîhanê ye ku kes neçûye ser. Jiyana kovî ya Bûtanê bi cihêrengiya xwe diyar e,[3] di nav wan de takîna hîmalayayî heye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûtan û Tîbetê cîran belavbûna bûdîzmê tecrûbir kirin, ya ku bi rêya Gautama Buddha li parzemîna Hindistanê derket holê û belaw bû. Di hezarsala yekem de, dibistana Vajrayana ya Budîzmê ji başûrê Împeratoriya Pala ya Bengalê ve derbasî Bûtanê bû. Di sedsala 16an de, Ngawang Namgyal geliyên Bûtan di dewletek yekbûyî de kir yek. Namgyal sê êrîşên Tîbetan têk bir, dibistanên olî yên dijber bindest kir, pergala qanûnî ya Tsa Yig kod kir, û hukûmetek bi rêveberên teokratîk û sivîl ava kir. Namgyal bû yekem Zhabdrung Rinpoche û paşgirên wî wekî serokên giyanî yên Bhutan tevgeriyan, mîna Dalai Lama li Tîbetê.

Di sedsala 17an de, Bûtan beşên mezin ên bakurê rojhilatê Hindistanê, Sikkim û Nepal kontrol kir; di Eyaleta Cooch Behar de jî bandorek girîng hebû.[4] Bûtan di sedsala 19an de di dema Şerê Bûtan de duarên Bengalê radestî Hindistana Brîtanî kir. Mala Wangchuck wekî padîşah derket holê û têkiliyên nêzîktir bi hêzên Brîtanî re peyda kir. Di sala 1910an de, peymanekê şîreta Brîtanî di siyaseta derve ya welêt de garantî kir. Wek berdêl otonomiya navxweyî ya Bûtan hate parastin. Rêkeftin di bin peymanek nû ya bi Hindistanê re di sala 1949an de (ya ku li Darjeeling hate îmzekirin) berdewam kir û tê de her du welatan serweriya hev nas kirin. Bûtan di sala 1971an de tevlî Neteweyên Yekbûyî bû. Ji wê demê ve têkiliyên xwe bi 55 welatan re berfireh kir. Her çiqas girêdayî artêşa Hindistanê be jî, Bûtan yekîneyên xwe yên leşkerî diparêze.

Televîzyon bi 48 kanalan di sala 1999'an de hatiye vî welatî.

Nexşeya Bûtanê (bi fransî ye)

Herêmên Bûtanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûtan ji 20 herêman (Dzongkhag) pêk tê.

Herêmên (Dzongkhagê) Bûtanê

  1. Bumthang
  2. Chukha (Chhukha)
  3. Dagana
  4. Gasa
  5. Haa
  6. Lhuntse (Lhuntshi)
  7. Mongar
  8. Paro
  9. Pemagatshel (Pemagatsel)
  10. Punakha
  1. Samdrup Jongkhar
  2. Samtse (Samchi)
  3. Sarpang
  4. Thimphu
  5. Trashigang (Tashigang)
  6. Trashiyangste
  7. Trongsa (Tongsa)
  8. Tsirang (Chirang)
  9. Wangdue Phodrang (Wangdi Phodrang)
  10. Zhemgang (Shemgang)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "World Population Prospects - Population Division - United Nations". population.un.org. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ "Bhutan | History, Map, Flag, Population, Capital, Language, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.
  3. ^ "Flora and Fauna of Bhutan - Rich Biodiversity of the Himalayan Kingdom". www.holidify.com. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ "The brief supremacy of a mountain kingdom". DNA India (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]