Arxavka rizê
Xuyakirin
Arxavka rizê, omleta bi birincê cureyeke arxavkê (omlet) ye.
Berkelî (bo çar kesan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 3 hêk
- 1 kevçî riz (birinc)
- 1 kevçî rûnê zeytê
- 3 kevçî penîrê qaşar ê rêşkirî (rendekirî)
- 2-3 pelên bexdenûsê
- 4 stekan (qedeh) av
- Xwê
- Hinekê awîşen (cehter)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Riza xwe di ava xwêkirî (şor) de bikelînin. Bidarivînin û rûnê zeytê berdin ser. Firneya xwe (firûn) bînin ser germiya 180 pileyê.
Hêkên çirpandî, awîşen, bexdenûs, penîr û xwêya xwe di badiyekê de tevdin, birinca xwe jî têxin navê û berdin rûnbirêşkê. Di rûnbirêşk an qalibên pijandinê yên firneyê de bipijînin. Bila ji teflonê be.
Bi qasî 15 deqeyan bipijînin. Bila rûyê wê pirr zer nebe, zêdepijandin nabe. Xwarina xwe li binikên servîsê belav bikin, bînin ser destexaneyê (sifreyê).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |