Atlas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Atlas
Ἄτλας Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
  • Plêîonê
  • Etra Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Meropê
  • Hias
  • Taîgetê
  • Meya
  • Keleno
  • Kalîpso
  • Alkionê
  • Steropê
  • Êlektra
  • Hesperos
  • Ambrosîa
  • Kleeia
  • Koronîs
  • Polîkso
  • Esîlê
  • Dionê
  • Dionê
  • Hesperîd
  • Diomêdês
  • Eudora
  • Maera Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanPlêîonê, Etra Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Atlas û Hesperîd - çêkir John Singer Sargent (1925)

Atlas di mîtolojiya yewnanî de tîtanê bihuştê, hin çavkaniyan de tîtana esmanê hildigre. Sembola wî giloverê esmanê, warê wî rojava Gaîayê bû. Bavê wî Iapetus , diya wê Klîmenê bû.

Atlas rêberekî Tîtanan ku beşdarî Şerê tîtanan bûyî bû. Di encamên şer de Xwedawendên Olîmpî serketî derketin û Zeus cezayekî da Atlasê. Cezaya wê hilgirtina asîmanê bû. Heman demê de dihat bawerkirin ku ew ji mirovan re stêrnasiyê hîn kiriye.[1]

Sê jinên wî hebû. Ya ewil Pleione bû heşt keçê wî ji Pleione çêbû yek ji wan , Kalîpso û yên din jî Heft Pleiad bûn. Navê Pleîadan jî bi rêzê de Maya, Êlektra, Taygete, Alkyone, Kelano, Asterope, Merope bûn. Jina duyem Okeanîdek binavê Aethra bû. Ji wê keçên wê binavê Hyades û kurê wî Hias. Jina wî ya dawî jî (hin çavkaniyan da diya wê) Hesperîdes bû.[2] Ew jî diya Hesperîdan bû. Navên wan jî Aigle, Erytheia, Hesperie, û Arethousa bûn.

Leheng Hêraklês û Atlas[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Atlas li baxçeyên Hesperîdan de cezaya xwe ya hilgirtina dinyayê dikir. Di nav peywirên Hêraklêsê de dizîna sêvên Hesperîdan jî hebû. Hêrakles rasta Atlasê hat. Lihev hatin; Di demekî kurt de Hêraklês bihûştê hilgirta, di wê wextê de jî Atlas bi çûya û sêvan ji bo Hêraklêsê bi aniya. Atlas bihûştê da ser milê Heraklêsê û çû. Piştê wextekî direng de zivirî hat. Lê ne dixwast ku dîsa bihûştê hilbigre. Hêraklês neçar ma û wê xapand. Dîsa bihûştê da ser milê wê û sêvên xwe ji wê stand û çû.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Atlas". Digital Maps of the Ancient World (bi îngilîzî). 15 tîrmeh 2019. Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Atlas" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 sibat 2023.
  3. ^ Cartwright, Mark. "Atlas". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 sibat 2023.