Atlas
Atlas Ἄτλας | |
---|---|
Zayend | Mêr |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xanedan | Plêîonê, Etra |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Atlas di mîtolojiya yewnanî de tîtanê bihuştê, hin çavkaniyan de tîtana esmanê hildigre. Sembola wî giloverê esmanê, warê wî rojava Gaîayê bû. Bavê wî Iapetus , diya wê Klîmenê bû.
“ | Li ber wê wargehê kurê Iapetosê Atlas
digre asîmanê kur bi awayekî nehejî li ser serê xwe û çengên xwe yên newestî (745) |
” |
— Teogonîa- Hêsîodos |
Atlas rêberekî Tîtanan ku beşdarî Şerê tîtanan bûyî bû. Di encamên şer de Xwedawendên Olîmpî serketî derketin û Zeus cezayekî da Atlasê. Cezaya wê hilgirtina asîmanê bû. Heman demê de dihat bawerkirin ku ew ji mirovan re stêrnasiyê hîn kiriye.[1]
Sê jinên wî hebû. Ya ewil Pleione bû heşt keçê wî ji Pleione çêbû yek ji wan , Kalîpso û yên din jî Heft Pleiad bûn. Navê Pleîadan jî bi rêzê de Maya, Êlektra, Taygete, Alkyone, Kelano, Asterope, Merope bûn. Jina duyem Okeanîdek binavê Aethra bû. Ji wê keçên wê binavê Hyades û kurê wî Hias. Jina wî ya dawî jî (hin çavkaniyan da diya wê) Hesperîdes bû.[2] Ew jî diya Hesperîdan bû. Navên wan jî Aigle, Erytheia, Hesperie, û Arethousa bûn.
Leheng Hêraklês û Atlas
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Atlas li baxçeyên Hesperîdan de cezaya xwe ya hilgirtina dinyayê dikir. Di nav peywirên Hêraklêsê de dizîna sêvên Hesperîdan jî hebû. Hêrakles rasta Atlasê hat. Lihev hatin; Di demekî kurt de Hêraklês bihûştê hilgirta, di wê wextê de jî Atlas bi çûya û sêvan ji bo Hêraklêsê bi aniya. Atlas bihûştê da ser milê Heraklêsê û çû. Piştê wextekî direng de zivirî hat. Lê ne dixwast ku dîsa bihûştê hilbigre. Hêraklês neçar ma û wê xapand. Dîsa bihûştê da ser milê wê û sêvên xwe ji wê stand û çû.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara têkildarî mîtolojiya yewnanî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |