Auguste Beernaert

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Auguste Beernaert
Auguste Beernaert

Auguste Marie François Beernaert (jdb. 26ê tîrmeha 1829an li Ostende; m. 6ê çiriya pêşîn a 1912an li Luzern) dadnas û polîtîkerekî Belçîkî bû. Sala 1909î de Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.

Wî ji bo damezirandina dadgeha navneteweyî û çareserkirina pirsgirêkên dadmendî yên navneteweyî gelek xebat kirine. Herwiha, wî ji bo qedexekirina şerê esmanî jî hin angaşt amadekirine û qedexeyeke navnetweyî ya wiha gengaz dîtiye.