Dad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Dad peyvîname nav dû mirov an mirov û dewlet an nav devletê de ya. Bi gelemperî ev gotin, salixkirina wê bi vî rengî tê kirin. Dad, peyname di nav mirov û mirov û an jî mirov û dewlet de, ku bi wê têkilî û hewldan û tevgerên mirov li gor wê têna rastkirin a. Di kurdî de gotina dadê, li ser mafê mirov re tê salixkirin. Cihên ku lê dadgehkirin têkirin jî Qasre Dadê na. Lê gotina dad, bi teybetî di kurdî de, di temenê xwe de, kevneşopîyekê jî ku bi wê re tê ziman dihêne ziman. Kevneşopî, di nava kurdan de, weke rêgezên civatî ên ku li gor wan bi birastî were jîyinê têne ziman. Bi kevneşopîyê re, wateyeka din jî li vê gotinê kirina, ew jî "li rastiyê lêgerîn a." Ev gotin kevneşopîk in.

Di dewletê de, dad, li gelek beşan tê beşkirin. Bi teybetî, di roja me, bi pêşketinên ku dibin û bûna, ev beşkirin, bi awayekî vekirî têna ziman. Minaq, Dada Bazirganiyê, Dada Teybet, Dada Hemdemî an dada Şariştanî Dada Destûrî ku weke dada temenê destûrên bingihên an dewletê ya, Dada Rêvebirinê, Dada teybet a Dewletê Dada Cezakirinê û hwd, ku hê bi gelek qadên din re were ser ziman, dad tê ziman. Lê hemû jî bi hev re, di çerçova dewletê û rêvebbirina wê de di ahangekê de dbin û têne ser ziman. Hevdû tememkirina wan ya di kirinê de, weke xala herî giring ya dadî jî tê dîtin.

Rêgez û xalên destûrî ên ku bi wan tê cezakirin û rêvebirin, bi destûrî, afirîna wan, bi Felsefe Dadê re xwediyê dîroka xwe ya teybet in. Dad, rêgezên wê wê li ser çi werina afirandin û bilind bibin. Bi teybetî, şeklê jîyane civatê, çand, kevneşopî, dîrok û hwd, weke xalên ku di wê de li berçav têna girtin in. Dad, bi têgihiştin û bîra wê, bi zanîna wê re tê ziman. Di kirinê de bi rêvebirinê re tê dîtin.

Pergalên dadî[biguherîne]

Bi teybetî, sê pergalên dadî ên ku mirov di vir de li ser wan bisekinê hene. Yek, ku jê re "Continental-law" jî tê gotin û destpêka ji ji dema Roma kevn tê destpêkirin û jê re dada roma jî tê gotin a. bi teybetî, têkiliyên di nava mirovan re rastkirina wan û hwd, li berçav digirê. Li rojava û hwd di meriyetê de ya. Pergala dadî ya duyemin jî ku jê re Dada hevbeş tê gotin ku bi "Common-law" jî tê nasîn a. Bi teybetî li qitaya Emarîka û li Emarîka ev pergale dadî di pergalê dadî ya dewletê de ya. Pergalê sêyemin jî weke pergalê dadî ya olî û hwd a. Minaq, Dada Şerîatê, ya Îslamê, mirov karê ji vê re weke minaq bide. Lê bi vê re, mirov karê hê pirr pergalên dadî ên civatî bêne ziman. Minaq, dada deronîyê, dada civaknasî û hwd. Hemû pergalên wê jî, li gorî pêşketina xwe rêzgez û xal û destûrên xwe kifş dike.

Di sadsale me de, pergalaka din ya dadî hat ziman. Ew jî, weke pergale dadî ya Sosyalîst tê zanîn ku di dema yekîtîya sovyet de hebû bû. Di vê pergalê dadî de jî de mirov û mafê wî, di nava mafên civatê ên hevbeş de tê hasibandin. Mafên hevbeş ku herkesek, wekehev tê dîtin û şîrovekirin, di wê de tê ziman.

Beşên dadê[biguherîne]

Dade Navnetewî[biguherîne]

dade navnetewî û an jî bi navê "pergale dade navnetewî" tê nasin. Ev jî, di wê de, dade ku hat kifşkirin, li ser hemû netewên ku hene re tê dîtin a. Divê ku xalên wê bi têgihiştina û bîra xwe li pêşî û ser hemû dadên ku di dewletan de tê dîtin a. Bi teybetî, êdî hemû dewlet, rêgez û xal û destûrên xwe li gorî wê dada navnetewî rastkirin. Rêzgez û destûrên dade navnetewî, weke dad û destûrên hevbeş ûn gerdûnî jî tên zanîn.

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)