Awêne

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mînakek ji neynikê.

Awêne, mirê(k), ji alav û rûbarên şemareng, ên pirraniya tîrêjan şûnve didin re tê gotin. Awêne şewqvedêrek e. Ji berberî, bijîşkiyê heya fezagerî û pîşesaziyê di gelek warên jiyana mirovan de tê bikaranîn. Di devokên kurdî de xwedîk (xodîk), qodî, hêlî jî tên bikaranîn.

Ferhengoka awêneyê (mirêyê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Neynik, eynik, eyne, hevweteya awêneyê de, di zimanê romî (tirkî) de herwiha ayna
  • Lîlik, awêneyên destan, ên herî biçûk
  • Dûrbîn, ew jî mirêkek e, di deryavaniyê de pirr tê bikaranîn

Awêneyên berê ji biriqandina hin lajwerdan bû. Mirovan pirr berê pêderxistibûn ku vedêriya tîrêjê gengaz e, lewra xwe di avê de didîtin.

Mirêkên niha ji pelikên zîrav ên şewqvedêr tên çêkirin. Pelikên zîv, bafûn, platîn, hin têkelên kromê û lajwerdên din ên tîrêjvedêr in, li rûyê caman tên zeliqandin.

Formên awêneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]