Zimanê kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdî hat beralîkirin)
Kurdî
Navên xwemalî
  • Kurmancî (Kurmanciya jorîn, Behdînî)
  • Soranî (Kurdî, Kurmanciya jêrîn)
  • Kurdiya jêrîn (Kurdî Xwarig, Pehlewanî)
  • Goranî (hewremanî)
  • Kirmanckî
  • Dimilî
  • Kirdî
  • Lekî
Welatên lê tê axaftin  Tirkiye
 Îran (weke zimanê herêmî)
 Îraq ( Kurdistan) (fermî)
 Sûrî ( Rojava)
 Ermenistan ( Nagorno Qerebax)
 Azerbaycan
 Gurcistan
 Filistîn
 Îsraêl
 Libnan

Asyaya Navendî
Di diyasporaya kurdan de

Herêm Kurdistan
Anatoliya Navîn
Xorasan
Asyaya Navendî
Axiverên zimanê zikmakî Hejmara fermî nayê zanîn, lê çend çavkanî hejmarê di navbera 35.000.000 û 40.000.000 de dihesibînin.[1]
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kurtî
Zarava Kurmancî
Soranî
Kurdiya jêrîn
Zazakî
Hewramî
Sîstema nivîsê Alfabeyên kurdî:
- Alfabeya latînî li Tirkiye, Azerbaycan, Sûrî û Ermenistanê
- Alfabeya erebî li Iraq û Îran
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye Iraq Îraq

Sûrî Sûrî

Cihê lê zimanê kêmnetewe Ermenistan Ermenistan
Îran Îran
Sazkerên zimên Sazkirina fermî nîne
Kodên zimanî
ISO 639-1 ku
ISO 639-2 kur
ISO 639-3 kurMacrolanguage
individual codes:
ckb – Soranî
kmr – Kurmancî
sdh – Kurdiya başûr
diq – Dimilî
kiu – Kirmanckî
hac – Goranî

Firehbûna zimanê kurdî

     Kurmancî      Soranî      Başûrî

     Zazakî      Goranî      Herêmên tevlîhev

Zimanê kurdî, ziman yan jî komek zimanên kurdî ye ku kurdên li erdnîgariya Kurdistanê, dîasporaya kurdan li herêmeke berfirehê Anatolyaya Navîn tê axavtin. Zimanê kurdî zimanek ji malbata zimanên hind û ewropî û ji şaxa zimanê îranîya rojava ye ku ji çend zaravayan pêk tê. Zaravayê herî berfireh kurmancî yan jî kurdiya bakur e ku li hemî aliyên Kurdistanî bi awayekî berfireh tê axaftin. Zazakî û Kurmancî li Bakurê Kurdistanê, Soranî li Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tê axavtin.

Di roja îro de kurmancî bi alfabeya Hawarê ku tîpê latînî ye, soranî jî bi alfabeya soranî ku ji tîpê erebî ye, tê nivîsandin. Berhema edebiyata kurdî bi pirranî bi helbestê ve girêdayî bû. Piştî sedsala 20an edebiyata wêjeya giştî ya kurdî pêş dikeve. Îro du zaravayên kurdî yên nivîskî yên sereke kurmancî û soranî ne. Soranî li gel erebî yek ji du zimanên fermî yên Iraqê ye ku li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê di belgeyên siyasî de wek "Kurdî" tê binavkirin.[2] Kurmancî di roja îro de bi taybetî ji aliyê saziyên çapemeniya ve tê bikaranîn. Kurmancî bi taybetî di salên dawiyê de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî tundî hatiye astengkirin ku hemî sazî û dibistanên taybet ku bi Kurmancî xebat û perwerdeyên xwe dimeşandin ji aliyê Tirkiyê ve hatiye girtin.[3][4] Yek ji saziyên Kurmancî ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtin Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû ku sazî niha xebatên xwe bi awayekî ne fermî dimeşîne.[5]

Zimanê kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Zaravayên kurdî

Koda ISO 639-1 ya kurdî KU ye. Koda ISO 639-2 ya kurdî KUR e. Koda DIN 2335 ya kurdî KU ye.

Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vê navçeyê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.

Li gorî kitêba Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîr, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:

Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.

Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Piraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li bakurê Kurdistanê dijîn. Her wiha li Qerejdaxa bakurê Kurdistanê û li çend deverên mîna Anatolyaya Navîn şêxbizinî lê dijîn. Şêxbizinî devokeke kelhurî ye ku li bajarê Kirmaşan û Îlamê bi heman devokê diaxivin. Tevlihevîya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Bo nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmancîya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê û hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî jî heye. [6] [7] [8] [9]

Rûpelên yekem ên destnivîsek Nûbihara Biçûkan li British Library, Or. 5932, folio 9 recto.

Kurmancî, kurdiya bakur[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Kurmancî

Kurmancî jî yek ji zaravayên kurdî ye. Ji bo kurmancî, kirdasî, Bahdînan, û şikakî û kurmanciya bakur jî tê gotin. Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê axaftin.

Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin. li başur jî li duhok û şingal û li rojhilat jî li bajêrê ûrmîye tê axeftin. Zaravayê kurmancî her wiha li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav kurdên Qefqasyayê, li Anatolyaya Navîn û li Diyasporayê yanî li (Ewropa û Amerîka) yê pê tê axaftin [10]

Rûpelên yekem ên destnivîsek Edîqeya Îmanî li British Library, Or. 5932, folio 14 verso.

Rêzimana kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Rêzimana kurdî

Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.".[11] Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.

Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Başûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.

Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ên Asyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.

Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek, du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.

Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.

Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser dengnasî (fonolojî, peyvsazî (morfolojî) û hevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye pejirandin.

Wêjeya kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Soranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Soranî

Soranî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Hewlêrê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.

Kirmanckî/Zazakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Zazakî
Geographical Distribution of Zaza Kurds

Zazakî yanî kirmanckî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzîrom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire [12]

Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.

Destnivîsara ya helbestan goranî li British Library, Or. 6444 (1197–1198 PH/1782–1784 PZ)

Or. 6444, folio 11 recto
Or. 6444, folio 55 recto

Goranî/Hewramî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Hewramî

Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ligorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekem zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê wêjeya klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranî-axêv, lekî-axêv, kelhurî-axêv û lorî-axêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo wêjeyê hatîye bikaranîn, goranî hatîye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Feqet xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje [13]

Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.

Kirmaşanî/Kelhurî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Kelhurî

Kelhurî yek ji zaravayên kurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda cuda tên gotin, her heman tişt ji bo kelhurî jî heye. Ji bo kelhurî; feylî, kirmaşanî, û kurdiya başûr tê gotin; lê esasen hemû jî eynî zarava ne yanî kelhurî. Divê em di bin banê kelhurî de behsa şêxbizinî jî bikin. Şêxbizinî her çend li hin deverên bakurê Kurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir li Anatolyaya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkolîneran şêxbizinî jî beşek ji kelhurî ye. Kelhurî her çend bi piranî li rojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî li Xaneqîn û Mendelî tê axaftin. Feqet kelhurî bi Kirmaşanê tê naskirin.

Li Kirmaşanê, her çend zaravayên soranî, lekî û hewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan kelhurî ye[14]

Lekî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Lekî

Zaravayekî din ê kurdîlekî ye. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Loristanê tê axaftin lê li hin navçeyên Kirmaşanê jî tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîne. Lekî her lekî ye [15]

Lorî/Bextiyarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Lorî

Lorî jî wekî lekî tenê li rojhilatê Kurdistanê li Loristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wek kurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan, Baba Tahirê Uryan bi lorî berhemên xwe dane [16]

Ebdûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Kelûn Abdû

Kelûn Abdû navê zaravayeke kurdî li Farsê ye. Gorî zimannasê alman Oskar Mann ev zarava yek ji zaravayên kurdî ye, a ku pir di têsîra farisî de maye. Kesên bi ve zaravaye diaxivin li gundê Abdû di navbera Kazerun û Şîrazê de rûdinên. Bi texmînî vana kurdên ku ji aliyê Sefewiyan ve ji Kurdistanê hatine mişextkirin in.

Ji du eşîran pêk tê: Kardaran û Ebdûyî

Dîroka zimanê kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belavbûna zimanê kurdî li Rojhilata navîn û Sovyeta kevin
Nexşeya erdan a Kurd

Îro Kurd ji ber perçebûna erdnîgariya xwe Kurdistan di nav sînorên dugelên Sovyeta berê (Ermenistan, Azerbaycan, Naxçivan û Gurcistan) Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê de dijîn. Ji xeynî Iraqê, zimanê fermî yê tenê yê van dewletan tirkî (Tirkiye), erebî (Sûrî) û farisî (Îran) e. Li Iraqê jî hem erebî hem jî kurdî fermî ne.

Bi zimanê kurdî re; li rojava Tirkî, li bakur ermenîkî, li rojhilata bakur azerî, li rojhilat farisî û li başûr zimanê erebî cîrantî dike. Kurdî her wiha li Ermenistan, Pakistan, Efxanistan, Hindistan, Urdun, Filistîn, Misir û Libnanê jî tê axaftin. Li Xorasan, Tehran, Bexda, Şam, Enqere, Stembol, Qonye û bajarên wek Îzmîrê jî ji ber ku gelheyek mezin dijîn, zimanê Kurdî li van herêman jî tê axaftin. Bê guman ji ber ku gelê Kurd li gellek cihan bi cih bûye, Kurdî li wir tê bikaranîn.

Sedema jiyîna gelê Kurd a li derveyî erdnîgariya xwe, digihîje bi deh an sedsalan berê. Cihên wek Efxanistan, Pakistan, Hindistan û Misir ji bo cîhadê çûne û li wir mane. Li cihên din jî ji ber mişextîkirinê bi cih bûne. Li gor lêgerînan îro gellek Kurd ji ber van koçan li welatên Ewropa, Amerîka û Awistralyayê jî dijîn.

Zimanê tirkî ji malbata zimanê ûral-altay, erebî ji ya semîtîk (samî) û farisî jî, ji ya hind-ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne[17][18]. Hem rêveberiya ereb û hem jî ya faris hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin, lê nêrîna fermî ya rêveberiya Tirkiyeyê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin.

Berî zayînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. Gotina Gilgamêş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji "ga" û "gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo mînak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tofane Nûh de, ji mihê re gotina "mî" û ji guh re "gû" tê gotin[19].

Kurd, gelekî dêrin ê herêma (Mezopotamyayê) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev kitêbok ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev kitêbok dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan xet aramî, suryanî û grekî jî bi kar anîne.

Rûpelên yekem ên destnivîsek Mem û Zîn li British Library, Or. 11996, ff. 1v–2r. (1221 PH/1806–1807 PZ)
Rûpelên ên destnivîsek Sayf al-Mulūk li British Library, Or. 8208, ff. 45v–46r. (1286 PH/1869–1870 PZ)

Zimanê kurdî di dema Şedadî û Merwaniyan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê zanîn ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, Ewliya Çelebî di berhema xwe ya navdar ‘Seyahatnameyê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike[20][21]. Ewliya Çelebî, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha, Sami Frashëri, di kitêba xwe ya bi navê Kamusu'l-Alâm de û Ziya Gökalp jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê "Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler" de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û Kurdistan, ku di gelek belgeyên fermî yên osmanî û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin.

Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî matematîk, mentiq, rêziman, fiqih û hwd perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.[22] Ev medrese piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, encax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e ku di kurdî de zarava û devok hene, lêbelê ev rewş, ne tenê xweserî zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene.

Ji sedsala 20an heta îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber parçekirina erdnigariya xwe ku ji alî mêtingeran pêk hatiye û piştê vî parçebûnê, gelê kurd di bin serweriya dugelên ku ew parçê Kurdistanê kirine nav sînorên xwe de jiyane, ji gellek nirxên xwe mehrûm mane.

Bi taybetî pêşveçûna gelê kurd nehatiye xwestin û tu mafê saziyek ji alî sazûmanên damezrandî ve nehatiye dayîn. Tev li viya gellek mafê wî yê xwezayî hatiye qedexekirin û hemî saziyên van dugelan ku ji bo helandina ziman û pişaftinê hatine damezrandin, ji bo vî armanca xwe xebitîne. Digel van yên xwestine bi van nirxên xwe bijîn, ji bo wan hewl dane. Dawiya jiyanên xwe di zindan an jî di dardekirinê de dîtine. Ji ber vî yekê di warê ziman de em dikarin wisa bibêjin ku, pir hindik zimannas xwe gihîştandine.

Lewra di van mercên dijwar de û tev li hemû qedexeyan mirov, derfetên fêrbûn û pêşvebirina zimanê xwe nedîtine. Zimannasên xwe gihîştandine jî, bi derfetên xwe û bi hewlên xwe, xwe gihîştandine û berhem danîne. Pirê wan jî li Ewropa perwerdehî û lêgerînan hîn bûne. Her wiha, îro ji ber bêdugelbûna gelê kurd, her zimannasê kurd rêzikên cuda didin an jî fikrên wan ên li ser rêzimanê kurdî diguherin. Ev jî ji ber bê dugelbûna gelê kurd û di warê zimanê kurdî de tunebûna saziyek zanistî ye.

Li ser lêgerîna zimanê kurdî hinek zimannasên Ewropî jî xebitîne û di vî mijarê de berhem danîne holê. Piştê salê 1960an, li Başûr dû têkoşîna Mele Mistefa Barzanî bi damezrandina otonomiya gelê Kurd êdî rewşenbîr û zimannas hinek be jî bi hêsanî lêgerînên xwe pêş ve birine. Dugela tirk jî jixwe biteşeyek pêkenî gelê kurd wek gelek ji qewmên tirk ên Asyaya Navîn dihesiband û bi vî awayê dida naskirin. Zimanê kurdî jî wek "Ev, zimanek ji hezar peyvên wek tirkî, farisî û erebî pêk hatiye" daye zanîn. Yanî li gor dugela tirk; kurd ji nijadê tirk in, lê ji ber mercên erdnîgariya dijîn, zaravayê wan guheriye û navên wan jî tirkên çiyayî ne… Bi vî awayê azîneyek li ser helandina zimanê kurdî pêk aniye. Lê tev li bi sînor, li ser lêkolîn û lêgerîna xebata zimanê kurdî, li gorî pisporên vî babetê; zimanê kurdî, zimanek serbixwe ye û bi serê xwe xwemalî ye. Lewra li gor nivîs, jêma û dîroka xwe encam ev e ku, di warê zimanasiyê de zimanê kurdî xwe daye pêjirandin.

Derheqê standardbûna zimanê kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Standardbûna zimanê kurdî tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Armanca stadardkirinê bi piranî ji bo kurdiya nivîskî ya berbelav e.

Konferansa Zimanê Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo standardkirina zimanê kurdî gelek hewldan hene. Hewldana dawî Konferansa Zimanê Kurdî bû.

Konferansa Neteweyî ya Kurdî ji sala 2001an pê ve çend salan hatiye lidarxistin. Ji bo beşdariya konferansê bi sedan delege, zimannas û kurdnas li Amedê civiyabûn.

“Konferansa netewî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” 3-5 roj domiyaye. Di van rojan de panelên cuda pêk hatine. Digel bidawîbûna her konferansê encamnameyek ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî hatiye weşandin.

Alfabeyên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Alfabeyên kurdî

Di zimanê hemû gel û neteweyên misilman de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanê latînî tê. Ev rewşa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanê mizgeftê û Quranê erebî û yê dêrê jî latînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Îro mirov bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tê, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiştiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiştekî asayî û siruştî ye.

Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:

Ji bilî van alfabeyan, li Herêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8'an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdê medan e[çavkanî hewce ye]. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.

Nîmûneyên alfabeyên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devokên zaravayên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devok û zaravayên kurdî

Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîr û ol hatiye danîn. Bi vî awayê ji ber ku hatiye tevlihevkirin, ji bo van zaravayan nêrîn diguherin. Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di encama viya de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê biçûk de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye. Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine.

Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê.

Ehmedê Xanî (sedsala 17’an), di berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de[24] zaravayê kurmancî li ser sê devokên bingehîn pareve kiriye. Em vê peyt û tespîta wî bi malikeke ji şahesera wî nîşan bidin:

Kemal Fuat ku li ser ziman û wêjeya kurdî xebatê wî hene, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan wisa ji hev cuda dike.

Kurdiya bakûr Kurdiya navîn (Soranî) Kurdiya başûr Kurdiya Goran - Dimilî
  1. Kurdên Xorasanê
  2. Şingalî
  3. Şikakî
  4. Bayezîdî
  5. Hekarî û Bahdînan
  6. Botanî
  7. Serhedî
  8. Hesekî
  9. Licê
  10. urmîyê
  11. Şêxanî
  1. (Mukriyanî
  2. Hewlêrî (Soranî)
  3. Xoşnawî
  4. Pişderî
  5. Silêmanî
  6. Germiyanî (Kerkûkî)
  7. Warmawayî
  8. Cafî
  9. Erdelanî (Sineyî)
  10. Gerrûsî
  1. Kirmaşanî
  2. Kelhorî
  3. Xaneqînî
  4. Kulyayî
  5. Sincawî
  6. Feylî
  7. Lekî
  8. Beyrewendî
  9. Mendali
  10. Ilam
  • Dimilî
  1. Hewramî-Luhonî
  2. Hewramî-Textî
  3. Hewramî-Javerudî
  4. Hewramî-Bêsaranî
  5. Hewramî-Şayxanî
  6. Hewramî-Helebceyî
  7. Hewramî-Kenûleyî
  • Goranî
  1. Bacelanî
  2. Şebekî
  3. Kakêyî
  4. Zengeneyî
  5. Gehwareyî

Dabeşandina kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciha zimanên kurdî (kurmancî, zazakî, soranî...) li nav zimanên Rojhilata Navîn'ê

Cihê zimanê kurdî di dabeşandina zimanên hind û ewropî de wiha ye:

Li gorî vê, zimanê kurdî zimanekî hind û ewropî ye, dikeve nav şaxê zimanên îranî û di vir de jî, ji desteka îraniya bakurê rojava dihêt hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzîkbûn an dûrbûna zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine. Li goreyî hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbateka zimanî de hesibandine.

Dema mirov bala xwe dide zimanên hind û ewropî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewşa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne, wisan e.

Destnivîs ferhenga brîtanî Înglîzî-Kurdî li British Library, Add MS 26319, ff. 9r–10r. (Sedsala 19-an)

Li gorî lêkolinerên biyanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê kurdî di dîroka nêzik de ji aliyê lêkolînerên biyanî ve cuda-cuda hatiye dabeşandin. Li ser vê mijarê Mînorskî wiha dibêje:

Di salên 1836-1837'an de G. Givrinli, di çend nivîsarên xwe de di babeta zimanê kurdî û etnografya wî de zimanê kurdî wek kurdiya xwarê û ya Jor ji hev cuda kiriye. Wî kurdiya jorîn wek; Mukrî, Hekarî, Şukakî û Bayezidî, kurdiya xwarê jî wek; Lûr, Kirmaşanî, Lekî û Goranî ji hev cuda kiriye.

Mele Mehmûdê Bazîdî ku ji bo konsolosê Erziromê Rûsyayê Alexsander Jaba di sala 1858'an de, ferhenga di naveroka wî de zaravaya Hekarî û ya Rewendî heye, amade kir. Bazîdî di nav vî namilkeya amade kiribû de rêzikên rêziman û ya ewil jî di kitêbê de li gor cihêbûna herêm û eşîrên xwedî zaravayên cuda nivîsiye.

Peter Lerch, zimanê kurdî wek Zaza, Kurmancî, Kirmaşanî, Goranî û Lor kiriye pênc beş.

Ely Bannister Soane, di sala 1913'an de di berhema xwe de zimanê kurdî bi sê zaravayan ji hev cuda dike: Kurmanciya Jorîn - Kurdiya jêrîn - Lûrî, Dimilî, Hewramî û Goranî

Herwiha, Elaeddîn Secadî di berhema xweya "destûr û ferhenga zimanê kurdî, erebî û farisî" de wusa diyar dike:

Nimûneyên ji zaravayên kurdî
Kurdiya Bakur Kurdiya Navîn Kurdiya jêrîn Lekî Hewramî Zazakî
Êvar êware îware îware wêrega şan, êre
Bira bira bira bira bira bira
Tu, te tu tu tu to ti, to
Hesin asin asin asin asin asin
Erd/zemîn herd/zemîn/zewî or eriz zeü/zemîn zewî ? erd/hard
Vir êre îre îre îge îta/ewta
Hingiv hengwîn heseł ? ? hingimên
Kurt kurt kuł kul kurt kilm, kirr
Lêv lêw lîw lêw/liç lêw/lic lew
Meh mang maň mang mange aşme, menge
Nav naw naw nom nam name
Na na ne na na
Nû, nuh niwê, nêw, taze nû/ taze ? newe newe
Neh no no new/now/no
Parêz, bihişt perdêz/beheşt beheyşt ? ? behişt, cenet
Sipînax sipenax isfenac ? ? îspenax
Sitêr estêre sitare/hesare asare hesare estare
Keç, dot - düet dit - keyna/çêna
Dilop dilop tik ? dilop dalpa
Roj roj řûj řûj roj roj/roz/roc

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.academia.edu/10667133/The_Comparative_Study_of_English_and_Kurdish_Phonology
  2. ^ "Kurdish Academy of Language | enables the Kurdish language in new". Kurdish Academy of Language (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 19 tebax 2023.
  3. ^ "Kapatılan TV'lerin yöneticileri kararı nasıl değerlendiriyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 tebax 2023.
  4. ^ "12 TV, 11 radyo kanalı kapatıldı". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). 29 îlon 2016. Roja gihiştinê 19 tebax 2023.
  5. ^ "Musa Anter ve İsmail Beşikçi'nin kurucusu olduğu İstanbul Kürt Enstitüsü de kapatıldı". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 tebax 2023.
  6. ^ a b c Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.38, 1992.
  7. ^ Mûrad Ciwan, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi), Weşanên Jîna Nû, Çapa Yekemîn, Swêd 1992
  8. ^ Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, Çapa Yekemîn, Stenbol 1992.
  9. ^ Emîr Hesenpûr, Nationalism and Language In Kurdistan, Mellen Research University Press, Kanada 1992.
  10. ^ Kovara Fêrname hejmar: 4
  11. ^ Abdusamet Yigit, Şahmaran, roman, Weşanên Han
  12. ^ Kovara Fêrname hejmar: 4
  13. ^ Kovara Fêrname hejmar: 4
  14. ^ Kovara Fêrname, hejmar: 4
  15. ^ Kovara Fêrname hejmar: 4
  16. ^ Kovara Fêrname hejmar: 4
  17. ^ Philip Baldi, An introduction to the Indo-European languages, SIU Press, rûpelê 13., 1999.
  18. ^ Britannica - Indo-Iranian Languages[Girêdan daimî miriye]
  19. ^ Abdusamet Yigit, Dîroka zimanê kurdî, lêkolîn, beş: Kevneşopî, aqil û ziman, rûpel: ji 2an heta 7an çavkanî, malpere pene-kurd
  20. ^ Martin Van Bruinessen, Evliya Çelebi’nin Seyahatname’sinde 16 ve 17. Yüzyıllarda Kürdistan.
  21. ^ M.V.Bruinessen & H.Boeschoten, Evliya Çelebi̇in Diyarbekir: the relevant section of the Seyahatname, Brill Archive, 1988.
  22. ^ Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.36, 1992.
  23. ^ Mehmed Uzun, Aslı Tohumcu, Küllerinden doğan dil ve roman, Ithaki Publishing, r.298, 2005.
  24. ^ 11

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]