Ayşe Semiha Baban

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ayşe Semiha Baban
Jidayikbûn1946 (77–78 salî)
EsilKurd
PîşeSekreteriya Giştî, rêvebirî
MalbatMalbata Babaniyan
biguhêreBelge

Ayşe Semiha Baban (jdb. 1946) endamek ji Malbata Babaniyan e. Braziya Cîhad Baban û jina Yaşar Kemal e.[1]

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1946an de hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûdê xwendiye. Di sala 1973an de li Zanîngeha Boxazîçiyê beşa Ilmên Îdarî temam dike. Pişt re li Zanîngeha Harvardê li ser ilmên îdarî lîsansa bilind dike. Zimanê îngilîzî, fransî û îtalî dizane. Li çendîn beşên Zanîngehên Stembol û Boxazîçiyê wek midûr û cîgira sekreterê giştî kar kiriye.

Di salên 1983 - 1991an de li komeleya bi navê YASED (Yabancı Sermaye Derneği - Komeleya Sermiyanên Biyanî) wezîfeya Sekreteriya Giştî girtiye ser xwe. Li Şîrketa Anonîm yê Berhemên Sandozê (Sandoz Ürünleri A.Ş.) wek midûra têkiliyên derveyî û çavkaniyên însanî, li Novartisê jî wek koordînatora ragihandinê şixuliye. Dawiyê li Opelê wek dîrektora karên derveyî şixuliye û dû re teqawid bûye.

Di 1ê tebaxa 2002an de bi nivîskarê kurd Yaşar Kemal re dizewice.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.timeturk.com/ayse-semiha-baban/biyografi-805195
  2. ^ "Rojnameya Hürriyetê" (PDF). 11 tebax 2002. Roja gihiştinê 23 nîsan 2020.