Ayelet Şaked

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ayelet Şaked
Jidayikbûn
Ayelet Şaked

7ê gulana 1976an(1976-05-07) (47 salî)
CîwarKnesset
PîşeSiyasetmedar
MeqamWezîrê Dadê
DînCihû
biguhêreBelge

Ayelet Şaked (bi îbranî: איילת שקד‎; 7ê gulana 1976an, Têl Evîv, Îsraêl) siyasetmedarek û endazyareke zanistiyê xêvjimêrê ye. Ji sala 2013an de di Knessetê wek endamê Partiya Mala Cihûyan de dixebite û ji sala 2015an de Wezîra Dadê ya Îsraêlê ye. Li gel ku endamê partiyeke olî ye, lê Şaked wek kesek sekûler tê nasîn. Xebata xwe li Têl Evîvê dest pê kir.[1][2]

Jiyan û kar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şaked li Tel Avîvê li malbateke halxweş ji dayik bû. Dayika wê mamoste bû ku cihûya aşkenazê bû(ji refên pêşî yên koçberên cihû yên ku di salê 1880ê de ji Împeratoriya Rûsyayê û Romanyayê koçer bûne).

Bavê wê, li Îranê li malbateke cihûyên Îraqê hatiye dinê ku ew jî di salên pêncî de hatine Îsraîlê û piştgirê Likudê bû. Li taxa Bavliyê ya Tel Evîvê mezin bû. Hîn gava 8 salî bû, nasnameya xwe ya polîtîk bi dest xist, ew jî piştî ku li bernameyên guftgoyan yên di navbera Îshaq Şamîr û Şîmon Peresî de temaşe dikir û li wir piştigiriya Îshaqî dikir. Di piyadeya artêşa Îsraîlî de, di lîwaya Golanî de jî xizmet kiriye. Li zanîngeha Tel Avîvê endazyariya elektirîk û zanistên kompûterê qedandin. Ew karê xwe jî heta demekê kiriye.

Karê civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 2006an heta 200an, bû birêvebera nivîsgeha Benenjamin Netanyahuyî kir. Di 2010an de  she established Îsraîla min bi Naftali Bennett re damezirand û heta gulana 2012an bi rê ve bir.

Ji dawiya 2011an dest bi helmeta xwe li dijî koçberiya derqanûnî ji Afrîkayê bo Îsraîlê da destpêkirin û got ku ev koçberî ziyanê digihîne dewletê û aboriyê têk dibe.[3] Li dijî radyoya artêşa Îsraîlê derket û amaje kir ku planên wê yên çepgir hene.[4]. Di kanûna paşîn a 2012an bû endama lijneya navendî ya Likudê lê di hezîrana heman salê de, dest ji wir berda û bû endama Mala Cihûyan.

Têkiliyên wê û Kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 20 kanûna paşîn a 2016an de, got ku divê em alîkariya Kurdan bikin ji ber kurd gelekî aştîxwaz û demokrat in û êdî dema avakirina Kurdistanê hatiye.[5]

Jiyana taybet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ayelet zewicî ye û du keçikên wê heye û li heman taxa ku lê mezin bûye, Bavli, dijî. Mêrê wê jî pîlotê hêza hewayî ya artêşa Îsraîlî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Talks with a Tel Aviv Settler Haaretz, 22.06.2012
  2. ^ Meet the most surprising candidate of "Jewish Home" Girêdana arşîvê 2020-12-26 li ser Wayback Machine NRG 11/26/2012
  3. ^ בקרוב: מאה אלף מסתננים בישראל mako | פורסם 16/11/11 15:20:30
  4. ^ "An interview with Ayelet Shaked - Israel". Jewish Journal.
  5. ^ http://www.timesofisrael.com/shaked-calls-for-an-independent-kurdistan/