Here naverokê

Bélizaire û Zarokên Frey

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bélizaire û Zarokên Frey
Image dans Infobox.
Propriétaire
Marie Colette Coralie Favre D’Aunoy (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bejn
1,2 mLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Family portrait (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Bélizaire û Zarokên Frey (bi îngilîzî: Bélizaire and the Frey Children) wêneyek portreya malbatek ji sala 1837an e ku tê bawer kirin ji wênesaz Jacques Amans hatiye amade kirin. Ev portre nimûneyek nadir ji serdema xulamtiyê ya DYAyê ye, ku tê de xulamek bi rengek xwezayî ve hatî boyaxkirin.[1][2] Wêne di koleksiyona Muzexaneya Metropolitan ya Hunerê de li New Yorkê tê pêşandan.

Di wêneyê de ciwanê afro-kreolî Bélizaire bi sê zarokên Frederick Frey re tê dîtin, ku bazirgan û bankerê New Orleansê bû.[3]

Dema Bélizaire (jdb. 1822) şeş salî bû, malbata Frey ew û diya wî ya bi navê Sallie li bazara xulaman kirî.[4][5] Tê bawer kirin ku dema portre hat xêzkirin, Bélizaire hema hema 15 salî bû. Di sala 1856an de Bélizaire ji nû ve hat firotin, da ku li ser Evergreen Plantationê di çandiniya şekir ya li Louisiana de xulamtiyê bike. Lewma lêkolîner nekarîn diyar bikin ka piştî 1860 çi hatiye serê wî. Tablo yekane wêneya naskirî ye ku tê de xulamek ji Evergreen Plantationê tê dîtin.[6]

Du zarokên Freyê yên di tabloyê de di heman salê de mirin,[3] û yê din negihîşt sala mezinbûnê.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "'His Name Was Bélizaire': Rare Portrait of Enslaved Child Arrives at the Met". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). 14 tebax 2023. ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  2. ^ Article, Sarah Cascone ShareShare This (15 tebax 2023). "An 1837 Portrait of an Enslaved Child, Obscured by Overpainting for a Century, Has Been Restored and Acquired by the Met". Artnet News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  3. ^ a b "The Metropolitan Museum of Art Acquires Important Painting Attributed to Jacques Amans - The Metropolitan Museum of Art". www.metmuseum.org. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  4. ^ "The Metropolitan Museum of Art Acquires Important Painting Attributed to Jacques Amans - The Metropolitan Museum of Art". www.metmuseum.org. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  5. ^ a b Staff, TheGrio (17 tebax 2023). "Resurfacing history: The Met to spotlight enslaved boy, Bélizaire, who had been concealed in family portrait". TheGrio (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  6. ^ Clark, Maria. "The boy who was almost erased from an 1837 painting now has an identity and a story". The Daily Advertiser (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.