Bêra berfê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bêrên berfê yên nûjen

Bêra berfê cureyeke ji bêran e. Li Kurdistanê berê ji darê dihatin çêkirin û xwerû bo pakijkirina berfê dihatin bikaranîn. Bêrên berfê yên kurdan du cure bûn, yek dişibiya refika nanpêjê, mezin û sivik bû, ya jî dişibiya tîpa "T" û bi wê berf dihate dehfandin.

Bêrên berfê yên nûjen jî li ser heman bingehê ne, bes cureyên wan gelek in. Karkerên şaredariyan bi dehan cureyên bimotor an bêmotor, bo gelek armancan bikartînin.

Bêrên berfê yên nûjen ji yên berê kêrbartir û baştirin. Herwiha erzantir in jî.