Aloziya Parka Geziyê

Di roja 30'ê gulana 2013'an de protestoya xwenîşanderan li dijî xerakirina Parka Geziyê

Bûyera Parka Geziyê ya Taksîmê li Stembolê (Tirkiye) di roja 28'ê gulanê 2013'an de dest pê kir dema komeke li derdora 50 çalakvanên hawirparêz li meydana Taksîmê (Teqsîmê) ji bo parastina Parka Geziyê (Gezi Parkı) û li dijî birrîna darên parkê dest bi çalakiyên rûniştinê û protestoyan dikirin û polîsan bi gaza çavsotîner êriş anî ser wan û kesên din ên sivîl. Di encamê de gelek kes birîndar bûne. Yek ji birîndaran parlamenterê BDPSırrı Süreyya Önder bû. Pişt re li Stembol, Enqere û Îzmîrê û li gelek bajarên din ên Tirkiyeyê xwepêşandan û protesto berdewam bûn.

Di 16'ê îlona 2011'an de meclîsa Bajarvaniya Stembola Mezin biryar daye projeya avakirina Malleke mezin bi cih bîne ku di cihê parkê de dê were çêkirin. Di navbera sala 1806 û 1940'î de li vê derê Leşkergeha Taksîmê (Leşkergeha Topvanan a Xelîl Paşa) hebû û ev projeya nû jinûvekirina avahiya qişleyê ye. Lê belê Dadgeha Stembolê destûr hîn nedaye ev proje were bicihanîn. Tevî wê jî, makîneyên kolandînê di 28'ê gulanê de dest bi karê xerakirina parkê bikira. Tevî protestoyên Komeleya ji bo Parastin û Ciwankirina Parka Geziyê ya Taksîmê jî, serokwezîrê tirkî Recep Tayyip Erdoğan wisa got: "De bikin, bila hûn çi bixwazin bikin. Me li ser biryar daye û emê ava bikin."

Projeya nûkirina Qişleya Taksîmê di çarçoveya çêkirina cihên ji bo peyayan a Bajarvaniya Stembolê de ye.

Bûyerên Parka Geziyê ya Taksîmê roj bi roj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]