Here naverokê

Babîl (dewlet)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Babîl
𒆳𒆍𒀭𒊏𒆠 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Welatê dîrokî
  • şaristaniya kevn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
32°30′Bk 44°30′Rh / 32.5°Bk 44.5°Rh / 32.5; 44.5
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletIraq, Îran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
ZimanZimanê akadî, zimanê sumerî û zimanê aramî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
Pêk tê ji
  • Împeratoriya Babilî ya Yekem Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Babîlî (bi akadî: 𒆳𒆍𒀭𒊏𒆠, māt Akkadī) dewleteke kevnar a akadîaxiv û herêmeke çandî bû ku li ser bajarê Babîlê li Mezopotamyaya navendî û başûr (Îraqa îro û hinek beşên Sûriyê) hatibû avakirin. Babîl wekê dewletekê ku niştecihên wê akadî bûn lê ji aliyê amoriyan ve dihat birêvebirin ku nêzîkî sala 1894ê b.z. derketibûn holê. Di dema serweriya Hamurabî û piştre de, Babîl bi paşverû wekê "welatê akadî" (māt Akkadī bi akadî) hatiye binavkirin ku ev kevneperestiyeke bi zanebûn e ji bo rûmeta berê ya împeratoriya akadiyan.[1] Babîl gelek caran bi dewleta Asûryayê ya bi zimanê wê ve girêdayî ya li Mezopotamyaya jorîn û bi Elamê ya li rojhilat re di nav dijayetî de bû. Piştî ku Hamûrabî (li dora 1792–1752 b.z. li gorî kronolojiya navîn, an jî li dora 1696–1654 b.z., li gorî kronolojiya kurt) împeratoriyeke demkurt ava kiriye ku li cihê împeratoriya akadî ya berê, xanedaniya sêyem a Ur û împeratoriya asûr a kevin derketiye ku Babîl ji bo demek kurt bûye hêza sereke ya herêmê. Împeratoriya Babîlê piştî mirina Hamûrabî bi awayekî bilez belav dibe û vegeriya padîşahiyeke piçûk a li dora bajarê Babîlê.

Mîna Asûryayê, dewleta babîliyan jî tevî damezrînerên wê yên amorî û cîgirên kasayî ên ku bi zimanekî îzole diaxivîn, ku bi zimanê bakurê rojavayê semîtî diaxivîn, zimanê nivîskî ya akadî ji bo bikaranîna karên fermî parastine. Dewletê zimanê sumerî di nivîsarên pîroz ên dînê babîlî de parastiye lê di dema damezrandina Babîlê de, ev êdî zimanekî axaftinê nebûye û bi zimanê akadî hatibû guhertin. Kevneşopiyên akadî û sumerî yên kevin di çanda babîliyan a nifşê wan de roleke girîng lîstiye û herêm wekê navendeke çandî ya girîng dimîne ku hetta di bin serdemên dirêj ên desthilatdariyên derve berdewam dike.

Prîzma Senaxerîb (705–681 b.z.) ku tomarên seferên wî yên leşkerî dihewîne, ku bi hilweşîna Babîlê bi dawî bûne. Li Enstîtuya Rojhilatî ya Zanîngeha Şîkagoyê tê pêşandan.

Mezopotamya berî derketina holê ya Babîlê xwedî dîrokeke dirêj bû ku şaristaniya sumerî li herêmê di dora 5400 b.z. de derketiye holê û axavtvanên akadî ku piştre Akad, Asûr û Babîlê ava kirine, di navbera sedsalên 35 û 30yê b.z. de derketine holê.[2]

Di hezarsala 3em a berî zayînê de, di navbera axavtvanên sumerî û akadî de sembiyozek çandî ya nêzîk çêbûye ku duzimanîbûna berfireh jî di nav de bû.[3] Bandora sumerî li ser akadî û berevajî vê di hemî waran de eşkere ye ku ji deynkirina ferhengî di asteke mezin de bigire heya hevgirtina sentaksî, morfolojîk û fonolojîk hebûn.[3] Ev yek bûye sedem ku zanyar di hezarsala sêyem de zimanê sumerî û akadî wekê zimanekî hevpar bi nav bikin.[3] Akadî hêdî di dora hezarsala sêyem û duyem a berî zayînê de cihê zimanê sumerî wekî zimanê axavtinê girtiye.[4] Her çiqas navên semîtîk ên akadî di navbera sedsalên 29 û 25 ên b.z. de di lîstwyên padîşahên hinek ji van dewletan de (wek Eşnûnna û Asûrî) dest pê kiribin jî, ji dora 5400 salên b.z. heta hilweşîna Împeratoriya akadî di sedsala 24ê b.z. de, Mezopotamya bi piranî ji aliyê bajar û dewletbajarên sumerî ve dihat zevt kirin ku bajarên wekê Ur, Lagaş, Urûk, Kîş, Isîn, Larsa, Adab, Erîdû, Gasûr, Aşûr, Hamazî, Akşek, Erbela û Ûmma di nav de bûn. Bi kevneşopî, navenda dînî ya sereke ya hemî Mezopotamyayê bajarê Nîpûr bû ku xwedawend Enlîl li wir serdest bû û heta ku di nîvê sedsala 18e yê berî zayînê de di dema serweriya Hamurabî de Babîl hate guhertin, ew ê wisa bimîne. Împeratoriya akadî (2334–2154 berî zayînê) dîtiye ku semîtîkên akadî û sumeriyên Mezopotamyayê di bin yek hikûmdariyê de yek bûn û akadî bi tevahî li ser sumeriyan û li ser piraniya rojhilata nêzîk a kevnar serdest bûn. Împeratorî di dawiyê de ji ber kêmbûna aborî, guherîna avhewayê û şerê navxweyî hilweşiyaye û piştre êrîşên gutiyên ku zimanê wan îzole bû ji Çiyayên Zagrosê yên li bakurê rojhilat hatin. Sumer di dawiya sedsala 22yê berî zayînê de bi Xanedaniya Sêyem a Ûr (Împeratoriya neosumerî) dîsa rabû ser xwe û di sala 2161 berî zayînê de gutiyan ji başûrê Mezopotamyayê derxisti ku wekê ji tabletên mayî û simulasyonên astronomiyê ve tê pêşniyar kirin. Her wiha tê dîtin ku gutiyan demekê li ser piraniya axa padîşahên asûrî yên ku bi akadî diaxivin, li bakurê Mezopotamyayê serdestî bi dest xistine.

Piştî hilweşîna xanedana "Ur-III" a sumerî di destê elamiyan de di sala 2002 b.z. de, amorî ("rojavayî"), gelekî biyanî yê ku bi zimanê semîtî ya bakurê rojava diaxivîn, dest bi koçberiyê ji bakurê Levantê ber bi başûrê Mezopotamyayê ve kirine ku hêdî hêdî li ser piraniya başûrê Mezopotamyayê kontrol kirin ku li wir wan rêze padîşahiyên piçûk ava kirin û di heman demê de asûriyan serxwebûna xwe li bakur ji nû ve ava kirine. Dewletên başûr nekarîne pêşveçûna amorîyan rawestînin û dibe ku demekê ji bo parastina xwe disperê akadiyên hevkarên xwe yên li asûryayê kirine.

Qiral Îlû-Şûma (nêzîkî 2008–1975ê b.z.) yê serdema ssûrîya kevin (2025–1750 yê b.z.) di nivîsareke naskirî de kiryarên xwe yên li başûr wiha vegotiye:

Azadiya akadiyan û zarokên wan min çêkir. Min sifirê wan paqij kir. Min azadiya wan ji sinorê zozanan û Ur û Nîpûr, Awal û Kîş, Derê xwedawenda Îştar, heta Bajêr (Asûr) çêkir.[5]

Lêkolînerên berê di destpêkê de ji vê nivîsê texmîn kirine ku ev tê vê wateyê ku wî amorîyên dagirker li başûr û elamîyan li rojhilat têk biriye lê ti tomarên eşkere yên vê yekê tine ne û hinek lêkolîner bawer dikin ku padîşahên asûrî tenê peymanên bazirganiyê yên xwestî didan başûr.

Ev siyaset çi leşkerî, çi aborî, çi herdu bin jî, ji aliyê cîgirên wî Erîşum I û Îkunum ve hatine berdewamkirin.

Lêbelê dema ku Sargon I (1920–1881 ê b.z.) di sala 1920 ê b.z. de li asûryayê bûye padîşah ku wî di dawiyê de asûrî ji herêmê vekişandiye û tercîh kiriye ku li ser berdewamiya berfirehbûna xurt a koloniyên asûrî li Anatolyayê li ser hesabê Hûrî û hattiyan û amorîtên ku li Levantê dijîn bisekine û di dawiyê de başûrê Mezopotamyayê ketiye destê amorîyan. Di sedsalên pêşîn ên ku jê re "serdema amorî" tê gotin de, dewletbajarên herî bihêz ên li başûr digel asûriya li bakur, Isin, Eşuna û Larsa bûn.

Ji ber girêdana etnîkî, zimanî û çandî ya nêzîk a her du navendên siyasî, çanda Mezopotamyayê ya ji Serdema Bronzê heta Serdema Hesin a Pêşîn carinan wekî "asûrî-babîlyayî" tê kurtkirin. Peyva "babîl", nemaze di nivîsên dora destpêka sedsala 20an de, berê ji bo dîroka herî kevin a Mezopotamya Başûr a berîbabîlyayî jî dihat bikar anîn û ne tenê di derbarê bajardewleta paşîn a Babîlê de. Ev bikaranîna a navê "babîlê" di nivîsên dawî de bi gelemperî bi peyva rasttir a Sumer an sumeroakadî hatiye guhertin ku behsa şaristaniya Mezopotamyayî ya berî asûrîbabîlyayî dike.

Çanda pêşîn a babîliyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mohra silindirî ya babîl a kevin, hematît. Padîşah qurbanek heywanan dide Şamaş. Dibe ku ev mohr li atolyeyek li Sipparê hatibe çêkirin.

Huner û avahîsazî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Babîlê, pirbûna gil û nebûna keviran bûye sedema bikaranîna zêdetir a kerpîçên heriyê ku perestgehên babîlî, sumerî û asûrî avahiyên mezin ên ji kerpîçên xav hatine ava kirin ku bi piştgiran ve dihatin piştgirîkirin, baran bi rêya qenalîzasyonê dihat kişandin. Yek ji van qenalîzasyonan li Urê ji serşokê hatibû çêkirin. Bikaranîna kerpîçan bûye sedema pêşveçûna zû ya pilaster, stûn, fresko û tebeqeyên enamelkirî. Dîwar bi rengek geş hatibûn bi rengkirin û carinan bi çingo an zêr û her weha bi tebeqeyan hatibûn pêçandin. Konên bi çêkirina herîya pijandî yên boyaxkirî ji bo meşaleyan jî di nav gêçê de hatibûn bicihkirin. Li Babîlê li cihê relyefê, bikaranîna fîgurên sêalî zêdetir hebûn û mînakên herî kevin peykerên Gudea ne ku her çend hinekî nebaş bin jî lê realîst in. Ji ber kêmbûna keviran li Babîlê her kevir hêja bûn û ev yek rê li ber bêkêmasîbûneke bilind di hunera neqişandina kevirên hêja de vedikir.[6]

Tabletên ku dîroka wan vedigere serdema babîliya kevin bikar anîna bîrkariyê li ser guherîna dirêjahiya ronahiya rojê di salek rojê de belge kirine. Bi sedsalan çavdêriyên babîliyan ên li ser diyardeyên ezmanî di rêze tabletên bi nivîsa mîxî de ku wekî Enūma Anu Enlîl têne zanîn, hatine tomarkirin. Nivîsara astronomîkî ya girîng a herî kevin ku hatiye dîtin, tableta 63 ya Enūma Anu Enlil e ku tableta Venusê ya Ammi-Saduqa ye ku bilindbûnên ber bi jor ên yekem û dawîn ên xuya yên Venusê di heyamek nêzîkî 21 salan de navnîş dike û delîla herî kevin e ku diyardeyên gerstêrkekê wekê periyodîk hatine nas kirin. Astrolaba çargoşeyî ya herî kevin dîroka wê vedigere babîlyayê ya li dora 1100 salê b.z.. MUL.APIN, katalogên stêrk û komstêran û her wiha nexşeyên pêşbînîkirina hilketinên heliyakal û avabûna gerstêrkan, dirêjahiya ronahiya rojê ya ku bi saeta avê tê pîvandin, gnomon, siya û navberên navberî dihewîne. Nivîsara GU ya babîlî stêrkan di "têlan" de rêz dike ku li ser çemberên daketinê ne û bi vî rengî navberên aliyên rastê an navberên demê dipîvin û her wiha stêrkên zenît bikar tîne ku ew jî bi cûdahiyên navberên rastê yên dayîn ji hev veqetandî ne.[7][8][9]

Reçeteyeke bijîşkî ya di derbarê jehrîbûnê de. Tabletek ji terakota, ji Nîpûrê ku dîroka tabletê ji sedsala 18an berî zayînê vedigere. Tablet niha Muzexaneya Rojhilata Kevnar a Stembolê ye.

Dîroknasê îtalî Carlo Ginzburg di derbarê xebatên bijîjkî ya babîlan de wiha dibêje:[10]

Em semiyotîka bijîşkî di tevahiya komstêreke dîsîplînan de dibînin. /.../ Di navbera van formên zanînê [yên babîlî] de zemînek hevpar a rastîn hebû... nêzîkatiyek ku analîza rewşên taybetî dihewîne ku tenê bi rêya şop û nîşanan hatiye avakirin. /.../ Bi kurtasî, em dikarin li ser paradîgmayek nîşaneyî an falbaz [an texmînî] biaxivin ku dikare li gorî forma zanîna ku tê gazîkirin ber bi paşeroja niha an pêşerojê ve were rêve kirin. Ber bi pêşerojê ve /.../ ew zanista bijîşkî ya nîşanan bû ku bi karakterê xwe yê dualî, teşhîs, şirovekirina paşeroj û niha û pêşbînî, pêşniyarkirina pêşeroja pêşdîtî ye...

Her çiqas reçeteyên bijîşkî yên herî kevin di serdema Xanedana Sêyem a Urê de bi sumarî bin jî, nivîsarên herî kevin ên babîlê (ango yên akadî) li ser bijîşkiyê vedigerin serdema Xanedana Yekem a Babîliyan di nîvê yekem ê hezarsala 2em a berî zayînê de.[11][12] Lêbelê nivîsara bijîşkî ya babîlî ya herî berfireh, Pirtûka Teşhîsê ye ku ji hêla ummânū, an zanyarê sereke, Esagil-kin-apliBorsippayê ve ku di dema serweriya padîşahê babîlî Adad-apla-iddina (1069–1046 b.z.) de hatiye nivîsandin.[13][14]

Li gel bijîşkiya Misira kevnar a hemdem, babîliyan têgehên teşhîs, pêşbîniyê, muayeneya fizîkî û reçeteyan dane naskirin. Wekî din, Pirtûka Teşhîsê rêbazên terapiyê û etiyolojiyê û bikaranîna empîrîzm, mantiq û aqilmendiyê di teşhîs, pêşbîniyê û terapiyê de dane naskirin. Nivîs navnîşek nîşanên bijîşkî û çavdêriyên empîrîk ên pir caran berfireh di gel qaîdeyên mantiqî yên ku di hevberkirina nîşanên çavdêrîkirî yên li ser laşê nexweşek bi teşhîs û pêşbîniya wê re têne bikaranîn vedihewîne.[15]

Nîşane û nexweşiyên nexweşek bi rêbazên dermankirinê yên wekî pêçan, krem ​​û dermanan dihatin dermankirin. Ger nexweşek bi awayekî fizîkî nehatiba dermankirin, bijîşkên babîlî pir caran ji bo paqijkirina nexweş ji her nifiran xwe dispêrin derxistina nefesê. Pirtûka Teşhîsê ya Esagil-kin-apli li ser komek mentiqî ya aksîyom û texmînan hatibû avakirin, di nav de nêrîna nûjen ku bi rêya muayene û vekolîna nîşanên nexweşek, gengaz e ku nexweşiya nexweşek, etiyolojî û pêşveçûna wê ya pêşerojê û şansên başbûna nexweş werin destnîşankirin.[14]

Esagil-kin-apli cûrbecûr nexweşî û nexavbûn keşf kir û nîşanên wan di pirtûka xwe ya teşhîsê de rave kiriye. Ev nîşaneyên gelek cureyên epîlepsiyê û nexweşiyên têkildar digel teşhîs û pêşbîniya wan vedihewîne.[13] Dermanê babîlî yê paşîn di gelek waran de dişibihe dermanê yewnanî yê destpêkê. Bi taybetî, gotarên destpêkê yên Korpusa Hîpokratîk bandora dermanê babîlî yê dereng ji aliyê naverok û formê ve nîşan didin.[16]

Piraniya bajaran pirtûkxane û perestgeh hebûn. Gotineke kevin a sumerî dibêje ku "kesê ku dixwest di dibistana nivîsandinê de biserkeve, divê bi sibehê re rabe." Jin, mîna mêran,[6][17] xwendin û nivîsandinê fêr dibûn û di demên semîtîk de ev yek zanîna zimanê sumerî ya mirî û kitekit a tevlihev û berfireh hewce dikir.[6]

Beşek girîng ji wêjeya babîlî ji berhemên resen ên sumerî hatiye wergerandin û zimanê dîn û qanûnê demek dirêj bi zimanê kevin ê hevgirêdayî ya sumerî hatiye nivîsandin. Ferhengok, rêziman û wergerên navxêzî ji bo bikaranîna xwendekaran hatine berhevkirin û her wiha şîroveyên li ser nivîsên kevintir û ravekirinên peyv û hevokên nezelal dihatin amade kirin. Hemî tîpên kitekitî dihatin rêzkirin û nav lê hatin danîn û lîsteyên berfireh ên tîpan dihatin amadekirin.[6]

Gelek berhemên wêje yên babîlî hene ku sernavên wan gihîştine roja îro. Yek ji wan berhemên herî navdar Destana Gilgamêş e ku ji diwanzdeh pirtûkan pêk hatiye û ji aliyê kesek bi navê Sin-liqi-unninni ve ji sumeriya orîjînal hatiye wergerandin û li ser prensîbeke astronomîkî hatiye nivîsandin. Her beş çîroka serpêhatiyek yekane di kariyera Gilgamêş de vedihewîne. Tevahiya çîrok berhemek tevlihev e û dibe ku hinek ji çîrokan bi awayekî çêkirî bi fîgura navendî ve girêdayî bin.[6]

Çanda dawî ya babîlîyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vejîna kurt a çanda babîlî di sedsalên 7 û 6an ên berî zayînê de bi hejmarek pêşketinên çandî yên girîng re pêk hatiye.

Di nav zanistên babîliyan de astronomî (stêrnasî) û astrolojî di demên dawî de jî di civaka babîliyan de cihekî girîng digirtin. Stêrnasî li Babîlê xwedî cihekî kevin bû. Zodyak (çerxa felekê) îcadeke babîlî ya pir kevnar bû ku dikariya roj û heyvê pêşbînî bikira.[6] Bi dehan tomarên mîxî yên çavdêriyên roj û heyvê yên resen ên Mezopotamyayê hene.

Stêrnasiya babîlî bingeha piraniya tiştên ku di stêrnasiya yewnana kevnar, stêrnasiya klasîk, stêrnasiya sasanî, bîzansî û stêrnasiya Asyaya Navendî û Ewropaya Rojava de hatine kirin bû.[6] Ji ber vê yekê, stêrnasiya babîliya dawî dikare wekî pêşenga rasterast a piraniya bîrkarî û stêrnasiya yewnana kevnar were dîtin ku ev jî pêşenga dîrokî ya şoreşa zanistî ya ewropî (rojavayî) ye.[18]

Di sedsalên 8 û 7an ên berî zayînê de, stêrnasên babîlî rêbazeke nû ji bo stêrnasiyê pêş xistine. Wan dest bi xwendina felsefeyê kirine ku bi xwezaya îdeal a gerdûna destpêkê re eleqedar dibe û dest bikaranîna mantiqeke navxweyî di nav pergalên xwe yên gerstêrkî yên pêşbînîkirî de kirine. Ev beşdariyeke girîng bû ji bo astronomiyê û felsefeya zanistê û ji ber vê yekê hinek zanyar vê rêbaza nû wekî şoreşa zanistî ya yekem bi nav kirine. Ev rêbaza nû ya stêrnasiyê di stêrnasiya yewnanî û helenîstî de hatiye pejirandin û zêdetir hatiye pêşve xistin.

Tekane stêrnasê babîlî ku tê zanîn modelek helîosentrîk a tevgera gerstêrkan piştgirî kiriye, Seleukosê Seleukiyayî (jdb. 190 b.z.) bû.[19][20][21] Seleukos ji nivîsên Plutarxos tê zanîn. Wî teoriya helîosentrîk piştgirî dikir ku tê de Dinya li dora mîhwera xwe dizivire ku ew jî li dora Rojê dizivire. Li gorî Plutarxos, Seleukos heta pergala helîosentrîk jî îspat kiriye lê nayê zanîn ku wî çi arguman bi kar aniye.

Nivîsarên bîrakarî yên babîlî pir in û bi awayekî baş hatine sererastkirin.[18] Ji aliyê demê ve ew dikevin du komên cuda ku komek ji serdema xanedana yekem a babîlî (1830–1531 b.z.) dihat û koma din jî bi giranî ji dema seleukî ye ku di sê an çar sedsalên dawî yên b.z. ye. Ji aliyê naverokê ve di navbera her du komên nivîsan de hema hema tu cûdahî tunene. Bi vî awayî, bîrkarî ya babîlî ji aliyê karakter û naverokê ve, bi pêşveçûn an nûjeniyek pir kêm, nêzîkî du hezar salan kevn maye.[18]

Sîstema bîrkarî ya babîlî şêsteyî bû, an jî sîstemeke hejmarî ya bingeha 60an bû. Ji ber vê yekê vê sîstemê derfet daye bikaranîna îro ya 60 çirke di deqîqeyekê de, 60 deqe di saetekê de û 360 (60×6) pile ku di çemberê de tê derxistin. Babîlî ji ber du sedeman dikarîn ku di bîrkariyê de pêşketinên mezin bidest bixin. Sedema yekem, di hejmara 60î gelek dabeşker hene (2, 3, 4, 5, 6, 10, 12, 15, 20 û 30) ku hesaban hêsantir dike. Her wiha, berevajî misirî û romayiyan, babîlî xewdî sîstemeke rastîn a nirxa cihê hebû ku hêjmarên ku di stûna çepê de hatine nivîsandin nirxên mezintir temsîl dikin (mîna di sîstema îro ya 10î de: 734 = 7×100 + 3×10 + 4×1). Di nav serketinên bîrkariyên babîliyan de diyarkirina koka çargoşe ya du heta heft cihan bi awayekî rast bû (YBC 7289). Wan her wiha zanîna xwe ya li ser teorema Pîsagor gelek berî Pîsagor nîşan dane.

Pileya 600 û pileya 3600an ji yekîneya 60 hatine çêkirin ku bi pileya ekvatorê re têkildar e. Tabletên çargoşe û kup ku ji 1ê heta 60an têne hesibandin, li Senkerayê hatine dîtin û mirovên ku bi saeta rojê, klepsîdra, lever û çerxê dizanibûn, dibe ku xwedî zanîn a mekanîkê bûne. Austen Henry Layard li Nimrûdê lenseke krîstal û her wiha vazoyên cam ên bi navê Sargon li ser wan dîtiye dibe ku nazikiya zêde ya hinek nivîsên li ser tabletên asûrî rave bike û dibe ku ev lens ji bo çavdêriya asîmanan jî hatibe bikar anîn.[22]

Dibe ku babîlî hay ji qaîdeyên giştî yên pîvandina rûberê hebûn. Ew bi mîla babîlî jî têne zanîn ku îro pîvana dûrbûnê bi qasî 11 kîlometreyan bû. Ev pîvana dûrahiyan di dawiyê de veguheriye mîla demê ku ji bo pîvandina rêwîtiya Rojê tê bikar anîn, ji ber vê yekê demê rave dike. (Eves, Beşa 2) Babîliyan ji bo hesabkirina leza Jupiterê grafên fezayê û demê jî bi kar anîne. Ev ramanek e ku pir nûjen tê hesibandin ku vedigere Îngilîstan û Fransayê ya sedsala 14an û pêşbîniya hesabkirina întegralê dike.[23]

Koka felsefeya babîlî dikare were şopandin heta wêjeya şehrezayiya Mezopotamya ya destpêkê ku hinek felsefeyên jiyanê, bi taybetî exlaq, di şêweyên diyalektîk, diyalogan, helbestên epîk, folklor, îlahî, gotin, pexşan û metelokan de temsîl dikir. Aqil û rasyonelîteya babîlî ji çavdêriya empirîk wêdetir pêş ketiye.[24]

Dibe ku felsefeya babîlî bandor li ser felsefeya yewnanî, bi taybetî felsefeya helenîstîk kiribe. Nivîsara Babîlî ya Diyaloga Pesîmîzmê dişibihe ramanên agnostîk ên sofîstan, doktrîna heraklîteyî ya li ser nakokiyan û diyalogên Platon, û her weha pêşengê rêbaza sokratîk a mayeutîk a Sokrates e.[24] Tê zanîn ku fîlozofê mîlesî Thales jî li Mezopotamyayê felsefe xwendiye.

Li gorî asûrnas Marc Van de Mieroop, felsefeya babîliyan sîstemeke ramanê ya pir pêşketî bû ku xwedî nêzîkatiyeke bêhempa ji bo zanînê û balkişandina ser nivîsandin, ferhengnivîsî, falbêjî û hiqûqê bû.[25] Ew her wiha çandeke rewşenbîrî ya duzimanî bû ku li ser bingeha zimanê sumerî û akadî bû.[26]

  1. ^ "Babylonian Empire - Livius". www.livius.org. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2025.
  2. ^ "Babylonia". HISTORY (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2025.
  3. ^ a b c Deutscher, Guy (9 çiriya paşîn 2000). Syntactic Change in Akkadian: The Evolution of Sentential Complementation (bi îngilîzî). OUP Oxford. ISBN 978-0-19-154483-5.
  4. ^ "Wayback Machine" (PDF). oi.uchicago.edu. Ji orîjînalê (PDF) di 29 nîsan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2025.
  5. ^ Grayson, A. K. (1975). "Two Fragmentary Assyrian Royal Inscriptions". Iraq. 37 (1): 69. doi:10.2307/4200004. ISSN 0021-0889.
  6. ^ a b c d e f g Sayce, A.H. (1911). "Recent Biblical Archaelogy". The Expository Times. 22 (5): 226–229. doi:10.1177/001452461102200508. ISSN 0014-5246.
  7. ^ Dalley, Stephanie, edîtor (1998). The legacy of Mesopotamia. Oxford: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-814946-0.
  8. ^ Rochberg, Francesca (27 îlon 2004). The Heavenly Writing. Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-83010-2.
  9. ^ Evans, James (1998). The History and Practice of Ancient Astronomy (bi îngilîzî). Oxford University Press, USA. ISBN 978-0-19-509539-5.
  10. ^ Eco, Umberto, edîtor (1999). The sign of three: Dupin, Holmes, Peirce. Advances in semiotics (Çapa 5. print). Bloomington: Indiana Univ. Pr. ISBN 978-0-253-35235-4.
  11. ^ Oppenheim, A. Leo (1977). Ancient Mesopotamia. University of Chicago Press. ISBN 978-0-226-63187-5.
  12. ^ Biggs, Robert (1969). "Medicine in Ancient Mesopotamia". History of Science. 8 (1): 94–105. doi:10.1177/007327536900800104. ISSN 0073-2753.
  13. ^ a b Stol, Marten (1993). Epilepsy in Babylonia. Cuneiform monographs. Groningen: Styx publications. ISBN 978-90-72371-63-8.
  14. ^ a b Horstmanshoff, Herman Frederik Johann; Stol, Marten (2004). Magic and rationality in ancient Near Eastern and Graeco-Roman medicine. Studies in ancient medicine. Leiden: Brill. ISBN 978-90-04-13666-3.
  15. ^ Horstmanshoff, Manfred; Stol, Marten, edîtor (1 kanûna paşîn 2004). Magic and Rationality in Ancient Near Eastern and Graeco-Roman Medicine. BRILL. ISBN 978-90-474-1431-5.
  16. ^ Horstmanshoff, Herman F. J.; Stol, Marten; Tilburg, Cornelis van, edîtor (2004). Magic and rationality in ancient Near Eastern and Graeco-Roman medicine. Studies in ancient medicine. Leiden Boston: Brill. ISBN 978-90-04-13666-3.
  17. ^ Tetlow, Elisabeth Meier (2004). Women, crime, and punishment in ancient law and society: Volume 1: The ancient Near East. New York: Continuum. ISBN 978-0-8264-1628-5.
  18. ^ a b c Reiner, Erica (1992). Sollberger, E.; Edwards, I. E. S.; Boardman, John; Hammond, N. G. L. (edîtor). First-millennium Babylonian literature. The Cambridge Ancient History. Cild 3 (Çapa 2). Cambridge: Cambridge University Press. rr. 293–321. ISBN 978-0-521-22717-9.
  19. ^ Neugebauer, O. (1945). "The History of Ancient Astronomy Problems and Methods". Journal of Near Eastern Studies. 4 (1): 1–38. doi:10.1086/370729. ISSN 0022-2968.
  20. ^ Sarton, George (1955). "Chaldaean Astronomy of the Last Three Centuries B. C." Journal of the American Oriental Society. 75 (3): 166–173. doi:10.2307/595168. ISSN 0003-0279.
  21. ^ Glass, Bentley (1953). "The Growth of Scientific Ideas. William P. D. Wightman". The Quarterly Review of Biology. 28 (2): 160–160. doi:10.1086/399521. ISSN 0033-5770.
  22. ^ "Tagesnachrichten und Personalien". Dermatology. 18 (1): 107–108. 1911. doi:10.1159/000243682. ISSN 1018-8665.
  23. ^ Ossendrijver, Mathieu (29 kanûna paşîn 2016). "Ancient Babylonian astronomers calculated Jupiter's position from the area under a time-velocity graph". Science. 351 (6272): 482–484. doi:10.1126/science.aad8085.
  24. ^ a b Buccellati, Giorgio (1981). "Wisdom and Not: The Case of Mesopotamia". Journal of the American Oriental Society. 101 (1): 35–47. doi:10.2307/602163. ISSN 0003-0279.
  25. ^ Preface. Princeton University Press. 20 çiriya pêşîn 2015. rr. vii–viii. ISBN 978-1-4008-7411-8.
  26. ^ Van De Mieroop, Marc (20 çiriya pêşîn 2015). Philosophy before the Greeks. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-15718-4.