Bacanreşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Balîcan
Solanum melongena ja02.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Çîn: Magnoliopsida
Bineçîn: Asteridae
Kom: Solanales
Famîle: Solanaceae
Cins: Solanum
Cure: S. melongena
Navê zanistî yê latînî
Solanum melongena
L.

Bacana reş, bacanreşk (Solanum melongena), sebzeyekî rengmor an reş e. Riwekek ji çîna Solanum a famîleya dendûreşkan (Solanaceae) ye.

Bacanê top dibin dolme. Hundirê wan dikolin û di dezî re dikin hişk dikin. Paşê bi şîvê re, nerm dikin û dikin dolmeh. Bacanê drûjnik jî dikin şîv. Tirşika bacanê, tirşîneke navdar e. Becanê bin kozê jî pirr xweş dibe û pêjgeha kurd de, cihê wê heye.

Etîmolojî[biguherîne]

Bi sanskrîtî vatingana bûye navê wê û navên îro tevahiya zimanan de tên bikaranîn, bingeha xwe ji binavkirina kevn a aryanî digirin. Kurd ji fringiyê re bacanê sor jî dibêjin. Tê peytandin ku beriya fringî (pamîdor) ji parzemîna nûvedîtî, Amerîkayê were, kurdan bi fringiyê dizanibûne. Fringî piştî vedîtina Amerîkayê frîngî (tomatos, şamî) li cîhanê belav bûye.

Navên cuda cuda yên bacanê reş[biguherîne]

Bacanên reş li sûkê