Bacansork

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bacana sor
Full and cross-section of a ripe supermarket tomato
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Binecîhan: Tracheobionta
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Bineçîn: Asteridae
Kom: Solanales
Famîle: Solanaceae
Cins: Solanum
Cure: S. lycopersicum
Navê zanistî yê latînî
Solanum lycopersicum
L.
Hevwate

Lycopersicon lycopersicum
Lycopersicon esculentum

Bacana sor, bacansork, fireng (Solanum lycopersicum), fêkiyek e. Di çîna Solanum a famîleya dendûreşkan (Solanaceae) de cih digire. Berên firengan sifte yên kesk in. Firengê kesk dibin tirşîn. Paşê sor dibin. Firengê sor, ter sifte, dibin aqît an merge, di xwarin û seleteyan da tê bikaranîn.

Fireng riwekeke biharê ye. Sewê ku di zivistanê da jî firengan bikarbînin, firengên bejî hişk dikin. Li Kurdistanê çend cureyên xwe hene.

Bi qasî 2500 cureyên fringiyê hatine hejmartin û tomarkirin. Li Kurdistanê çandiniya hinekan tê kirin. Lê ji ber ku li ser floraya Kurdistanê xebatekê nehatiye kirin, bikategorîkirina wan jî dijwar e.

  • Firenga bejî: fêkiyên çirtik çirtikî dibin û pirr gir nabin. Tamê xwe yên mize (tirşoqî) ne.
  • Firengê avî: wek firengê bejî ne lê fêkiyên xwe pir jê girtir dibin.
  • Firenga dolmeyan: (bi îngilîzî: plum tomato) Fêkiyên xwe drûjnik dibin.
  • Cirtetan: (bi îngilîzî: cherry tomato) berên xwe biçûk wek gêlyazan dibin.

Navên cuda yên firengî û bacanê sor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Balcanê sor
  • Domates
  • Fireng
  • Firengî
  • Frengî
  • Fringî
  • Pamîdor
  • Şamik
  • Tamatêz
  • Tomates

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]