Hevwate

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bi îngilîzî "synonymous". Gotina "Hevwate" di kurdî de [rengdêr]ek e. Ji bêjeyên ku tên heman wateyê tê bikaranîn. Mînak ev gotinên jêrîn hevwate ne:

Roj û Tav
Pir û Gelek
Zar û Zêç
Gede, Zarok, Mindal û Zar
Westan û Betilîn
Pirtir û Zêdetir
Kevir û Ber
Fikr û Raman
Werê, Wanî û Halo
Wilo û Wisa

Di kurdî de hevwate gelek in. Ji ber ku zimanê kurdî heta sedsala 20'an jî di warê nivîskî de ji ber qedexeyan pir lawaz bû, li her herêmekê zimanê kurdî bi derfetên xwe û bi awayekî girtî pêşve çûye. Ji ber vê yekê gotinek ku li herêma Mêrdînê bi awayekî hatibe bikaranîn, li herêma Şirnexê bi awayekî din hatiye bikaranîn. Li bajarên din jî bi awayên din.

Ferqa Hevwateyan û Devokan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin gotin hene ku ew jî li her herêmekê bi awayekî din tên bikaranîn, lê ew ne hemwate ne, belê guhertoyên devokî ne. Mînak ev gotinên jêrîn ne hevwate ne, lê guhertoyên devokî ne:

Wer û Werê
Hûr û Hwîr
Dûr û Dwîr
Gûz û Gwîz
Şûr û Şwîr
Kîvroş û Keroşk
Mirov û Meriv û Merov

Gotinên ku koka wan yek be û dengê wan cuda be ne hevwate ne.