Here naverokê

Bakterî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bakterî
xaneya bakteriya Escherichia coli li vî wêne 25,000 caran mezinkirî ne
Dabeşandina zanistî
Sercîhan: Bacteria
Filûmên (fila) bakteriyan

Asîdobakterî - Acidobacteria
Aktînobakterî - Actinobacteria
Aquificae
Bacteroidetes
Chlamydiae
Chlorobi
Chloroflexi
Chrysiogenetes
Siyanobakterî - Cyanobacteria
Deferribacteres
Deinococcus-Thermus
Dictyoglomi
Fibrobacteres
Firmicutes
Fusobakterî - Fusobacteria
Gemmatimonadetes
Nitrospirae
Planktomiset - Planctomycetes
Proteobakterî - Proteobacteria
Spirochaetes
Termodesulfobakterî - Thermodesulfobacteria
Termomîkrobî - Thermomicrobia
Thermotogae
Verrukomîkrobî - Verrucomicrobia

Bakterî, (bi înglîzî bacterium, pirejimar bacteria), hûrjînewrên yekxaneyi ne. Bi giştî, ew çend mîkrometreyan mezin in û bi gelek form û şêweyan hene: girover, dirêjûdirêj, lûlwerpêç.

Zanistê lêkolînên li ser bakteriyan bakterîzanist e ko tayekê hûrjînewernasî ye.

Bakterî li hemî jîngehan hene: di nav axê da, di binê deryayan da, li serê çiyayan li her derê. Ew di cihên mîna paşmayên tîrêjçeleng (radioactive waste) jî hene. Bi awayekê mînakî (typical) 40 milyon bakterî di her grameka axê da û yek milyon di nav mîlîlîtireka avê da hene. Bi giştî nêzîkî 5 nonîlyon (5 × 10³°) bakteriyan li cîhanê hene. [1]

Bakterî di çerxa zadî da gelek giring in û gelek qonaxên giring di wê çerxê da, wekî tesbîtkirina naytrojinê di atmosferê da li ser wan dimînit. Di laşê mirovan da hijmaran bakteriyan 10 caran ji hijmara xaneyên laşî zêdetir e û piraniya wan jî li ser pîstî û di nav koendama herisê da ne. [2] Herçind e ko piraniya wan bakteriyan bêziyan in an hema bibêje mifadar in jî, lê hindek ji wan derdzê (pathogenic) in û dikarin mirovan nesax bikin. Bakteriya derdzê ya herî berbelav bakteriya nexweşî ya êşa zirav anko sillê an tûberkolosîsê ye ko her sal zêdetir ji 2 milyon kesan li seranserî cîhanê dikujit.

  1. ^ Whitman W, Coleman D, Wiebe W (1998). "Prokaryotes: the unseen majority". Proc Natl Acad Sci U S A. 95 (12): 6578–83. PMID 9618454. Ji orîjînalê di 5 adar 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 kanûna paşîn 2007.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ Sears C (2005). "A dynamic partnership: Celebrating our gut flora". Anaerobe. 11 (5): 247–51. PMID 16701579.