Balafira şer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

balafira şer, amûrên hewayî yên ku di şeran de ji bo armancên li ser av û bejahiyê bombebarankirin , balafirên din tehrîbkirin, keşîfkirin, personel û muhîmat veguhestinê ji ali hêzên çekdar ve tên emilandin. taybetî yên ji bo neçîr û bombebaranê tên emilandin weke balafira şer an helîkoptera êrîşê tên binavkirin.

cûreyên balafira şer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

balafirên leşkerî, di 4 beşan de tên tesnîfkirin: neçîr, bombebaran, neçîr-bomberan û barkêşî. li gor erkên xwe, moşeka ji hewa ber bi erdê ve (agm), moşeka ji hewa ber bi hewa ve (aam) û top karin hilgrin. herweha bo tespîtkirina armanc û hedefan jî radar an poda karin hilgirin. balafirên neçîrvan, di nav xwe tên senifandin: balafirên hewa yên raserî, gelemperî yek-kesî, bilez û xwedî îrtîfayên bilind in (mig 25, su 27, f 14-a,f 15-c): balafirên êrîşê, di navbera 15-20 ton xwedî yek motor û hêza agirî ya zêde ne(f-16c, mirage 2000, mig 29, f-18c, mig 23, f-15c): balafira piştgiriya êrîşê, ( biçekên pir giran hilgirtî û gelrmperî hêzên bejayî yê dijmin dixe bin zextê ( mig 27, su-25, jaguar, av 8b harrier, a-10)).herweha balafirên weke pêrew (heyalet) tên zanîn ku di radaran de xuya nakin jî hene ( northrop grumman b-2 spirit balafira bombebaranê, f-117 nighthawk û f-22 raptor balafira neçîrvan)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]