Bangîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bangîn (Hikmet Cemîl) hunermendekî kurd e.

Di dilê çiyayê Kurmênc de, gundê Mabata ku mîna morîkeke şîne li ser sînga Efrîna xweşik tê xuya kirin. Li wî cihê ku hunera xweristê û spehîbûna wê digihê asta herî bilind, dengê Bengîn bi zelalî bilind dibû. Weke pêwîstiyekê ku xweristê reng dida xwe, xwe xweşiktir dikir.

Bi derxistina kasêta yekem (çi bêjim welat Kurdistan e) sala 1978an Bengîn cihê xwe di hunera kurdî de nîşan da. Herweha kasêta duyem (şoreş – 1979) û ya sêyem (Welato Kurdistan - 1982) taybetiya deng û muzîka wî bû sedema vekirina deriyê dilê gel. Bengîn ev dilsozî bi êşa gelê xwe yê bindest û têkoşer re bi kasêta çarem (zinara Erebî – 1984) da çenspandin. Çiqasî ev dilsozî bûbe sedema koçberiya Bengîn û derbederiya wî jî, bîstûpênc (25) salin ku neçar bûye ji hundurê welat derketiye, lê tucarî welat ji hundurê wî derneketiye. Ev hevde (17) sale ku Bengîn tu kasêtên nû dernexistine, lewra (vegera Bengîn) piştî van salan bi stîleke nû wateyeke din distîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]